Aloziya li Ukraynayê dewam dike

Aloziya li Ukraynayê dewam dike

Tevî hemû hewldanên çavdêrên navneteweyî û aliyên sêyemîn jî, Ukrayna gav bi gav li şerê navxweyî vedigere. Li gel agahiyên êrîş û pevçûnên li başûrrojhilatê welêt, hat ragihandin ku yekîneyên Rûs bi çekên giran ketine herêmê. Rûsyayê da xuyakirin ku ev îdîa derew e.

Li gorî nûçeya BBC ku saziyeke nîv fermî ya Îngilîstanê ye, NATO'yê ragihand ku hatiye dîtin yekîneyên Rûs vê hefteyê bi tank, top û piştgiriya hewayî ketine nava Ukraynayê. Lê Rûsya vê îdîayê yekser derewand û bi îdîayeke dijber da xuyakirin ku Ukrayna li gorî mercên agirbestê tevnagere û li herêmên pirsgirêk lê hene, dest bi tevgera leşkerî kiriye.

BREEDLOVE: RÛSYA KET NAVA UKRAYNAYÊ

Fermandarê Hêzên Hevalbendê Ewropayê yê NATO'yê Philip Breedlove, di axaftina xwe ya ji bo endamên Kulûba Atlantîk a Artêşgeha Navendî ya li paytexta Bûlgarîstan Sofyayê de rewşa dawî a li Ukraynayê nirxand.
Philip Breedlove da zanîn ku NATO'yê di nava du rojên dawî de li rojhilatê Ukraynayê, tevgera tank, top, sîstema parastinê û yekîneyên leşkerî yên Rûs dîtiye û ev hêz ketine nava xaka Ukranyayê. Breedlevo diyar kir ku der barê hejmara yekîneyên ketine nava Rusyayê de agahiyek li ber destê wî nîne û destnîşan kir ku ne zelaliya sînorê navbera Ukrayna û Rûsyayê, wan dixe nava fikaran.

KONAŞENKO: DAXUYANIYEK BÊ BINGEH

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenko got, "Em êdî daxuyaniyên bêbingeh ên Fermandarê Hêzên Hevalbend ên NATO'yê general Philip Bereedlove li ber çavan nagirin."