Wezareta hindûr a Almanyayê diyar kir ku ew bi kuştinên li Parîsê re girêdayî pêvajoya li Almanyayê jî dişopînin. Berdevkek ji wezaretê ji derbarê gotinên rayedarî AKP'î Şahîn ji ANF'yê re axivî û wiha got: "Di derbarê ku li Almanyayê jî bûyerîn vî rengî rûbidin de, di destê me de qet agahî tunene."
Alîkarê Serokê AKPê Mehmet Alî Şahîn, doh derbarê komkujiya Parîsê ya 9ê çileyê qewimî ku di encamê de ji damezrênerên PKKê Sakîne Cansiz, nunera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest bûn axivî bû. Şahîn da zanîn ku dibe bûyerên weke ya li Parîsê li Almanyayê jî biqewimin.
Piştî gotinên Şahin ên sosret çav herkesî vegeriya ser Almanyayê. Berdevekek ji wezareta hindûr a Almanyayê ku ne xwest navê wî were eşkere kirin, gotinên Şahin û komkujiya li Parîsê ji ANF're nirxand. Rayedarê Alman diyar kir ku li Almanyayê nêzî 800 hezar Kurd di nava aramî û aştiyê de dijîn û wiha axivî:
"Piştî ku li Parîsê aktîvîstên PKK'yî hetin kuştin, em rewşa li Almanyayê jî dişopînin. Li welatê me xebat û çalakiyên PKK'yê ji sala 1993'an ve qedexe ne û her wiha PKK di lîsteya Yekîtiya Ewropayê ya rêxistinên terorîst de cih digre. Niha li Almanyayê 13 hezar aktîvîstên PKK'ê hene. PKK pir zû dikere mobîlîze bibe û reaksiyonê nîşan bide. Saziyên me yên ewlehiyê pêvajoya piştî buyera Parîsê ji nêz ve dişopînin."
Berdevkê wezareta Alman derbarê gotinên Şahîn de jî vê peyamê da: "Niha di destê me de qet delîlek tuneye. Lê belê divê were zanîn ku di vê meha Çileyê de heta niha di çalakî û xwepêşandanên Kurdan de qet bûyerekî dijwarî pêk nehat."