Alîkariyên ji Bakûr li Rojava tên belavkirin
Alîkariyên ji Bakûr li Rojava tên belavkirin
Alîkariyên ji Bakûr li Rojava tên belavkirin
Heyva Sor a Kurd dermanên ku li gel alîkariyên din ji Bakûrê Kurdistanê hatibûn, belav dike. Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind jî li bajarê Tirbespiyê û gundên wê alîkarî belav kirin.
Heyva Sor a Kurd dermanên nexweşiyên bêhnçikbûnê, edavgirtinê (kêm, îltîhab) demsalî û hinek nexweşiyên ku dermanê wan peyda nabe û şîrê zarokan ku di nava alîkariyên duh ji Bakûrê Kurdistanê hatibûn şandinde hatibûn, belav dike. Rêveberên saziyê derman û şîrê zarokan ku ji wesayîtan pêk dihatin, şandin şaxên Heyva Sor a Kurd ên Qamişlo, Dirbêsiyê û Serêkaniyê. Alîkarî wê li van bajaran bêne belavkirin. Rayedarên Heyva Sor diyar kirin ku ewê dermanan li welatiyên feqîr belav bikin.
Li aliyê din Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd jî, beşek ji alîkariyên ji Bakûrê Kurdistanê hatine li bajarê Tirbesipiyê û gundên herêmên Sincew û Alîyan belav kirin. Alîkariyên ku li cihên hatine diyarkirin têne komkirin, ji van deran li welatiyên pêdiviya wan pê heye têne belavkirin. Di nava hefteyekê de li 90 gundên Tirbesipiyê û navenda bajarê alîkarî hatin belavkirin.