Alîkariyên gihîştin Rojavayê Kurdistanê têne belavkirin

Alîkariyên gihîştin Rojavayê Kurdistanê têne belavkirin

Belavkirina alîkariyên ku ji Rojavayê Kurdistanê re hatine şandin, didome. Piştî bajarên herêma Cizîrê alîkarî li Heleb û Efrînê jî têne belavkirin.

Li bajarê Efrînê Şaxa Heyva Sor a Kurd a têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Xelîl Sîno daxuyanî xwend û diyar kir ku alîkarî ji Rusya, Ewropa û perçeyên din ên Kurdistanê gihîştine Efrînê û spasiya saziyan kir. Sînor, da zanîn ku ewê alîkariyan di zutîrin demê de li malbatên xizan, koçber û malbatên şehîdan, birîndaran belav bikin.

Li bajarê Helebê jî, komîteya alîkariyê, alîkariyên ji bakûr û başûrê Kurdistanê hatibûn û gihîştibûn bajêr, ji bo belavkirinê dabeş dikin. Endamên komîteyê piştî dabeşkirinê wê di rojên pêş de alîkariyan belav bikin.

Li bajarê Dirbêsiyê jî Komîtey Alîkariya Mirovahî ya Desteya Bilind alîkariyên ji Bakûrê Kurdistanê hatine, li navenda bajêr û gundan belav kirin.

Alîkariyên ku  hatine ji çay, şekir, birinc, şehriye, madeyên paqijiyê, maqirna, şehriye û rûn û pêdiviyên din ên jiyanî pêk tên.