Alîkariya ji bo malbatên Rojavayî
Alîkariya ji bo malbatên Rojavayî
Alîkariya ji bo malbatên Rojavayî
Li 350 malbatên Rojavayî yên neçar mane koçî Amedê bikin, Şaredariya Peyasê koliyên alîkariya xurekê belav kir. Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin destnîşan kir, ku karê wan ê sereke ye alîkariyê bidin her malekê.
Şaredariya Peyasê ku kampanya alîkariya ji bo gelên Rojava û Şengalê didomîne, li 350 malbatên Rojavayî yên neçar mane koçî Amedê bikin, koliyên alîkariya xurekê belav kir. Koliyên alîkariyê ku karsazekî Amedî pêşkêşî kampanyaya Şaredariyê kir, ji alîkariya birinc, meqerne, fasolî, nîsk, şekir, savar û rûn pêk tê. Koliyên alîkariyê li 350 malbatên li taxên Peyas û Hûzûrevlerî dimînin hat belavkirin. Di karê belavkirina paketên alîkariyê de Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin jî amade bû.