'Alîkariya çekan a ji bo YPG'ê wê DAIŞ'ê têk bibe'
'Alîkariya çekan a ji bo YPG'ê wê DAIŞ'ê têk bibe'
'Alîkariya çekan a ji bo YPG'ê wê DAIŞ'ê têk bibe'
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku divê jİ YPG'ê re alîkariya çekan bê kirin û destnîşan kir ku bi vî rengî wê DAIŞ têk biçe. Sancar ji Tirkiyeyê xwest bersivê bide daxwaza vekirina korîdorê û anî ziman ku AKP nikare Kobanê ji pêvajoyê cuda binirxîne. Prof. Dr. Sancar da xuyakirin ku AKP û medya navendê hewl didin HDP'ê bêqîmet bikin.
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kobanê û bandora wê ya li ser pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.
'JI TIRKIYEYÊ ÇEK NAYÊ XWESTIN, VEKIRINA KORÎDOREKÊ TÊ XWESTIN'
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku divê Tirkiye ji bo Kobanê korîdorê veke û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê hiqûqê ve ne pirsgirêk e.
Sancar got, "Bi dîtina min, ji aliyê hiqûqî ve ti pirsgirêk li pêşiya vekirina korîdorekê nîne. Mijara korîdorê ev du hefte ne bi awayekî vekirî tê nîqaşkirin. Sedema ketina wê ya rojevê jî dorpêçbûyîna Kobanê ji sê aliyan ve ye, ku ketina nava Kobanê bi tenê ji Bakur ve pêkane. Pêwîste bi vekirina korîdorê re ji YPG'ê re çekên giran bê ragihandin ku karibe li dijî DAIŞ'ê bisekin e. Demeke dirêj bû ku dihat texmînkirin dorpêçî wê bigihêje nava bajêr. Rastiyek li holê heye ku pevçûn dijwar bûne, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane zêde bûne û bi hezaran, bi deh hezaran mirovan bajar terikandine."
Prof. Dr. Sancar da xuyakirin ku hêzên koalîsyonê ji bo bêbandorkirina êrîşên DAIŞ'ê ji hewayê êrîşan dike lê belê ev têrê nakin û da zanîn ku weke rêbazeke duyemîn, di serî de antî-tank girîng e alîkariya çekan ji YPG'ê re bê kirin.
Sancar got, "Berî du hefteyan ez li Kobanê bûm. Rêveberên PYD'ê yên min bi wan re hevdîtin kir bi awayekî vekirî anîn ziman ku yekane pêwîstiya wan çek e. Min ji Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo re pirsa 'pêwîstiya we ya lezgîn çiye' kir, wî jî bi yek gotinê bersiv da û got, 'çek'. Min jê pirsî wekî din çi alîkarî ji we re lazim e, careke din got 'çek'. Vekirina korîdorê wê rê li ber dayîna vê alîkariyê veke. Ji xwe ji Tirkiyeyê yekser çekê naxwazin; dixwazin Tirkiye korîdorekê veke ku ev çek bigihêje wan. Ji ser Başûrê Kurdistanê dikar were, mebesta wan alîkariya çekan a ji Başûrê Kurdistanê yan jî hêzên din e."
'JI BO QEWIRANDINA DAIŞ'Ê...'
Prof. Dr. Mîthat Sancar ragihand ku ji bo bersiv ji vê daxwaza korîdorê re were dayîn divê Tirkiye PYD'ê weke mûxatabê fermî qebûl bike û anî ziman ku Tirkiye bi Başûrê Kurdistanê re di nva hevkariyeke stratejîk de ye û ev daxwaz dikare bi vê rêbazê were bicihanîn. Prof. Dr. Sancar got, "Ya ku divê were kirin, bi lezgînî destûrdayîna vê derbasbûnê ye" û wiha dewam kir: "Pirsgirêka bingehîn; Tirkiye bi awayekî vekirî yan jî sergirtî, yekser yan jî neyekser, li dijî alîkariyan helwest nîşan daye. Eger helwesteke bi vî rengî nîşan nedin, pêkane ku alîkariya çekan bigihêje û ew bi xwe, her wiha çavdêrên bê alî jî dizanin ku eger çek bigihêje destê YPG'ê wê DAIŞ bê sekinandin. Eger di destê YPG'ê de çek hebe, wê pêşî li DAIŞ'ê bigire. Tevî ewçend çekên giran û newekheviya hêza çekê jî Kobanê ev meheke li ber xwe dide. Dema mirov li bajarên heta roja îro DAIŞ'ê êrîş wan kirine binêrin; tê dîtin ku herî zêde 2 rojan li ber xwe dane. Alîkariya çekan a ji bo YPG'ê wê qewirandina DAIŞ'ê hêsan bike."
'SÎNOR SÛNÎ NE, BAJAR BANDORÊ LI HEV DIKIN'
Prof. Dr. Sancar daxuyaniya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a digot, "Çi eleqeya Kobanê bi Amedê re heye" rexne kir û got, "Ne pêkane ku hikûmet nizanibe di navbera Kobanê û Pirsûsê û amedê de girêdan tinebe. Ji aliyê cografîk, etnîk û însanî ve têkiliyeke kûr heye. Sînorê di navbera Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê, sînorên sûnî ne; her mirovê xwedî agahiyeke kêm a dîrok, cografya û însanî, wê zanibe ku rewş bi vî rengî ye. Hûn nikarin Serêkaniya ser xet û bin xetê, Nisêbîn û Qamişlo, Tel Ebyad û Akçakale û Dirbêsiyê ji hev cuda bibînin. Ev bajar ji aliyê çandî û dîrokî ve hev du temam dikin. Ji xizimatî wêdetir xwedî girêdanekê ne. Nezaniya di vî warî de şerm e."
Prof. Dr. Sancar got, "Lewma bombeya li Kobanê diteqeke ne gengaz e ku bandorê li Pirsûsê neke. Bombeya Pirsûsê dihejîne ne pêkane ku bandorê li Amedê neke. Nêzî ji sedî 30-35 ê YPG'yiyên li Kobanê şer dikin, Kurdên ji Tirkiyeyê ne. Cenazeyên wan li Dîlok, Amed, Agirî, Bedlîs, Mêrdînê tên veşartin. Di rewşeke bi vî rengî ya zikheviyê de, înkarkirin bi tenê propagandayeke ji rêzê ye û Kurdan diêşîne. Mîna ku henekê xwe bi Kurdan dike. Divê ev ziman bê terikandin."
Prof. Dr. Sancar da xuyakirin ku Rojava bandorê li 'pêvajoya çareseriyê' dike û bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev aniğye ziman. Sancar ragihand ku nabe hikûmeta AKP Kobanê ji pêvajoyê cuda binirxîne û destnîşan kir ku israra di polîtîkaya heyî ya li ser Kobanê de wê weke 'fêmnekirina cewhera pirsgirêka Kurd' yan jî 'bi zanebûn berevajîkirina rastiyê' were şîrovekirin.
'ÇALAKIYÊN BÊÎTAETAIYA SIVÎL'
Li gorî Prof. Dr. Sancar; çalakyên destekdayîna Kobanê dikarin bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl bên berfirehkirin û destnîşan kir ku ev yek wê bi kêrî tevgera Kurd bê.
Sancar got, "Berxwedanên sivîl wê hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî îtîbara tevgera Kurd xurt bike. Di heman demê de polîtîkayên li ser bikaranîna siyaset û dîplomasiyê wê hêzê bide. Bi dîtina min divê giranî ji siyaset û dîplomasiyeke afirîner a li qada herêmî û navneteweyî re were dayîn."
'TÊ XWESTIN KU HDP'Ê BÊ QÎMET BIKIN'
Prof. Dr. Sancar da xuyakirin ku hikûmeta AKP û medya nêzî hikûmetê, ji bo siyaseta Kurd bê qîmet bike weşaneke taybet dikin û wiha axivî:
"Pêvajoyên çareseriyê hem muzakereyê hem jî têkoşînê di nav xwe de vedihwînin. AKP ji bo mûxatabê li pêşberî xwe qels bike, serî li her rêbazê dide, wê serî lê bide jî. Girîng e ev rastî li ber çavan were girtin. Kesên ku li ser navê pêvajoya aştiyê ya Îrlanda Bakur min bi wan re hevdîtn kir, 'Polîtîkayên ji xwe razî yên ku pê re hewl didan bi hin lîstikan me qayîlî destketiyên biçûk bikin meşandin, lê belê me li hemberî vê polîtîkaya xwe meşandin û em bi ser ketin.' Li Tirkiyeyê tecrûbeya şerê taybet ê medyayê gelekî zêde ye. Di vê mijarê de bi lez dikeve nava tevgerê û ti pîvanê însanî û exlaqî li ber çavan nagire. Em dibînin ku medya AKP'ê van rêbazan bikar tîne û ev ne surprîz in. Armanca wan a bingehîn bê qîmetkirina HDP'ê ye û bi vî rengî hewl dide di pêvajoya çareseriyê de wê qels bike da ku bi kêmaniyê qayil bibe."