Alîgirên Erdogan xwe berdane nava akademiya polîsên Elman!

Perwerdekarekî Akademiya Polîsan a Berlînê li xwe mikur hat ku di çalakiyên Kurdan de alîgirên tund ên Erdogan tên wezîfedarkirin.

Alîgirên rejîma Erdogan ku li gelek saziyên dewetê û rêxistina emniyetê ya Elmanyayê bi cih bûne, derket holê ku xwe berdane nava akademiyên polîsan jî. Perwerdekarekî Akademiya Polîsan a Berlînê li xwe mikur hat ku di çalakiyên Kurdan de alîgirên tund ên Erdogan tên wezîfedarkirin.

Di dema dawî de, li gelek bajarên Elmanyayê bi taybetî li paytext Berlînê şîdeta polîsan a di xwepêşandanên Kurdan de gelekî zêde bûye. Sedema vê yekê, gelo polîsên Tirk, nîjadperest an jî alîgirên Erdogan ên li nava rêxistina eminiyeta Elman e?

Perwerdekarekî Akademiya Polîsan a Berlînê ku di rojên dawî de bi skandalan di rojevê de ye, bersiva vê pirsê da. Perwerdekarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji hejmara dawî ya kovara Der Spîegelê re axivî û got, "Polîsên alîgirê tund ên Erdogan di xwepêşandanên Kurdan de tên wezîfedarkirin. Ev kar wê çiqasî baş bimeşe, bi bersiva vê nizanim."

Gotin û mikurhatineke din a bi heman rengî ji perwerdekarekî din hat ku ji rojnameya Berlîner Morgenpostê re axivî. Perwerdekarê navborî anî ziman ku di nava namzetên polîsên Tirk de alîgirên Erdogan hene û got, "Tevî ku ez vê yekê rexne dikim jî, meqamên pêwendîdar vê rewşê di çarçoveya azadiya îfadeyê de dibînin û bi sebir tevdigerin."

Ji bo qedexeya hikumeta Elman ku danî ser alên PYD, YPG û YPJ'ê, meha Hezîranê li Berlînê xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin. Polîsan bi hinceta ku alên YPG û YPJ'ê hidane êrîşî xwepêşandêran kiribûn û 3 xwepêşandêr birîndar kiribûn.

Di dîmenan de xuya kir, ku polîsek ji pişt ve nêzî Kurdistaniyê bi navê Şemsettîn Sevîm dibe û bi cismekî hişk li wî dide. Sevîm ê bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, lê der barê polîsê êrîşkar de ti lêpirsîn nehatibû vekirin.

Wekî din, polîsekî li emniyeta Berlînê par nîşaneya nîjadperestên Tirk kiribû û ev wêneyê xwe di Facebookê de weşandibû. Rêxistina polîsan ragihandibû ku ev wêne rast e, de barê polîsê Tirk de lêpirsîn hatiye vekirin, lê ji vê lêpirsînê ti encam derneket.