Alîgirên DAIŞ li Hamburg û Celle êrîşî Kurdan kirin

Alîgirên DAIŞ li Hamburg û Celle êrîşî Kurdan kirin

Danê vê êvarê komên alîgirên çeteyên DAIŞ li bajarê Hamburg û Celle êrîşî Kurdan kirin. Polîsên Elman diyar kirin ku li her du bajaran gelek birîndar hene,  her wiha hat ragihandin ku ji gelek bajarên  cuda yên Elmanya alîgirên çeteyên DAIŞ ji bo êrîşî Êzidiyan bikin çûne bajarê Celle.

Danê êvarî alîgirên çeteyên DAIŞ li du bajarên bakurê Elmanya Hamburg û Celle êrîşî Kurdan kirin. Di navbera komeke qerebalix a li qada Steîndamm a li nêzî Komeleya Kurd a Hamburg kom bû û da Kurdan de bi dar û keviran pevçûn rû da.

Polîsê Hamburgê di daxuyaniya ku nîvê şevê de da diyar kir ku li her du bajaran jî gelek birîndar hene.

ALÎGIRÊN DAIŞ ÇÛN CELLE

Hat ragihandin ku êrîşên alîgirên çeteyên DAIŞ ên duh li Celle li hember Êzidiyan pêk hatin,  dewam kirin. Rojnameya  Cellesche Zeitung" a li Celle derdikeve diyar kir ku komeke nezî 100 selefiyan ji bo êrîşî Êzidiyan bikin hatine bajêr.

Duh piştî nîvro komeke alîgirên çeteyên DAIŞ êrîş birin ser Kurdên ku êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar dikirin . Hat ragihandin ku di erîşê de gelek kes birîndar bûne.

Polîsan ragihandin ku kesên êrîşî Kurdan kirine Çeçen in û ber bi nîvê şevê jî alozî dewam dikir.