Alîgirên DAIŞ’ê li Edeneyê kesek qetil kirin

Alîgirên DAIŞ’ê li Edeneyê kesek qetil kirin

Li navçeya Çamlibel a Edeneyê alîgirên çeteyên DAIŞ’ê kesê bi navê Ahmet Albay kuştin û kurê wî yê binavê Veysî Albay birîndar kirin.

Hate ragihandin çeteyên DAIŞ’ê du rojê berê li taxê keşf kirine û li taxê bi çekan êrîşê gelek malên Kurdan kirine. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê çûne mala kesê bi navê Ahmet Albay û xwestine kurê wî bikujin, Albay nexwest kurê xwe yê bi navê Veysî Albay bide wan û li ber xwe da. Alîgirên çeteyên DAIŞ’ê Albay kuştin û kurê wî Veysî Albay jî birîndar kirin.