Ala YPG’ê li Elmanyayê wek wêneyê salê hate hilbijartin

Wêneyê azadiya Kobanê li Elmanyayê wêneyê salê hate hilbijartin. Wêneyê ji aliyê dezgeha Infoscreen hate hilbijartin, di meha Çilê ya 2015’an li Kobanêya bi ala YPG’ê ya ji DAIŞ’ê hatibû azadkirin hatiye kişandin.

Dezgeha Infoscreen a bi sedan panoyê reklamê yên gara trenê yên li Elmanya çêdike, wêneyê salê hilbijart. Di nav bi giştî 12 wêneyên hatine hilbijartin de, wêneyê serketinê yê ku şervanên YPG/YPJ’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistine jî di seranserî welat wêneyê salê hate hilbijartin. Hate diyarkirin ku wêne ji ber azadkirina Kobanê ya meha Çile 2015’an hatiye hilbijartin. Di wêne de tê dîtin ku komek şervanên YPG’ê alê li herêma ku rizgar dikin vedikin. Niha wêne Berlîn, Koln, Frankfûrt, Hambûrg, Munîh, Stûtgart di serî de bi sedan bilbordên dîjîtal ên li navendên Elmanyayê tê nîşandan.

...