Ala Tehdît kir: Şîdet wê qat bi qat bersiva xwe bigire

Ala Tehdît kir: Şîdet wê qat bi qat bersiva xwe bigire

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala, Kurd û dostên Kurdan ên ji bo şermezarkirina AKP’ê ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê û bo piştgiriya berxwedana Kobanê derketin kolanan, tehdîd kir: "Wê şîdet qat bi qat bersiva xwe bigire."

Wezîr Ala ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re li Dîlokê bû, îro daxuyaniyek da û çalakger bi sûcdariya ‘xayînên welat’ sûcdar kir.

Ala ev tehdît kir: “Kesên serî li şîdetê didin, yên her derê dişewitînin, xiyanetê li vî welatî dikin û demokrasiyê nesîbê xwe negirtine. Tezkere diçe meclîsê. HDP’ê ev red kir. Tezkere çi bû? Tezkere wisa ye, ji bo pirsgirêka derveyî sînorê me bê çareserkirin li Tirkiyeyê hem hêzên çekdarî yên Tirk, hem siyaset û hem jî metneke ku derfet dide hikûmet înîsiyatîfê bigire. Ger hûn ji vê re dibêjin ‘Na’ û piştre dibêjin çima ev pirsgirêk tên jiyîn  û Tirkiyeyê berpirs dibînin, serî li şîdetê didin. Şîdet ne rêbaza çareseriyê ye. Şîdet qat bi qat bersiva xwe dibîne. Demildest dawî li vê helwestê bînin.

Ala niyeta hikûmetê ya ‘herêma tampon’ careke din anî rojevê û got: “Serokkomarê me îro dîsa, geşedanên li Sûriyeyê anî ziman. Ji ber vê ez dibêjim divê demildest dawî li vê bê û zêdetir zerar ji bo gel neyê dayîn.”