Akyuz û Guneş li Dûîsbûrgê hatin bîranîn

Aram Akyuz ê li girtîgehê û Serhat Guneş ê li Şedadê jiyana xwe ji dest dan, li Dûîsbûrgê hatin bîranîn.

Aram Akyuz (Xeyrî) ê di 31'ê Adara 2014'an de li Girtîgeha Kirikkaleyê, şervanê YPG'ê Serhat Guneş (Bager Erûh) ê di 15'ê Adara 2016'an de li Şedadê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê hatin bîranÎn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka demokratîk a Kurd hat lidarxistin û zêdeyî sed kes tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê Mûsûr Aslan axivî û destnîşan kir, ku ew ê bi xeta cangoriyên têkoşîna azadiyê ve dilsoz bin.

Ji KOMAW'ê Hêlîn Amed peyivî û got, "Li Bakur û Rojava berxwedaneke mezin a gel heye. Bêguman em berdêlên gelekî giran, şehîdan didin. Weke ku tê zanîn em di Hefteya Lehengiyê de ne. Mazlûman, Egîdan, Semayan ji bo azadiya vî gelî xwe feda kirin."

AP GUNEŞ: EM HEM LI DIJÎ DAIŞ'Ê HEM JÎ LI DIJÎ ERDOGAN TÊDIKOŞIN

Apê Serhat Guneş Şukru Guneş jî got, "Îro em li Rojava ne tenê li hemberî DAIŞ'ê şer dikin; li hemberî Erdogan ê şopdarê wan e jî têdikoşin. Hemû cîhan vê dibîne... Erdogan mîna rêveberê DAIŞ'ê ye! Got 'wê li Belçîkayê bombe biteqe', teqiya. Niha dibêje 'wê li Rûsya biteqe', dibe ku li wir jî biteqe, ji ber ku ew bi xwe DAIŞ'ê bi rê ve dibe. Yê ku dikare van paşverûyên barbar têk bibe, gelê Kurd e. Ya ku şehîdên me ji me dixwazin, meşandina xeta wan e. Em ê jî bi wan re dilsoz bin."

KEK AKYUZ: MIN DIXWEST WAN MEZINBÛNA TÊKOŞÎNÊ BIDÎTINA

Kekê Aram Akyuz Welat Akyuz jî wiha axivî: "Xwedî mirin du caran bûya; hevalên şehîd ketine karîbûna rabûya û bidîtina bê ev têkoşîn gihaştiye ku derê. Xeyrî jî mîna hevrêyên xwe dilsozê doza xwe bû. Her tim difikirî bê bi çi rengî layiqî hevalên xwe yên şehîd ketine bibe. Xeyrî şehîdê tevahiya gelê Kurd ê bi rûmet e."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...