Aktîvîstên Eko Jîn gihiştin Amedê

Aktîvîstên Eko Jîn gihiştin Amedê

Aktîvîstin Kolektîfa Eko Jin bi armanca balê bikişînin ser komkujiya xwezaya Kurditanê bi dirûşmeya ‘Ez xwedî li xwezya xwe dertêm û ji bo jiyanek nû hewl didim’ çûn Amedê.

 Aktîvîstinên ji Erganiyê derbasî Amedê bûn di têketina cadeya Tekelê de ji aiyê şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş jî li bisîkletê siwar bû û li bajar tur avêtin. Piştre derbasê şaredariya Mezin bûn. Baydemîr kulîlk da aktîvîstan û pêre sohbet kir.

Baydemîr axivî û diyar kir ku parastina xwezayê ne tenê îro dê garantiya sedsalan bide û got ya girîng eve ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin û  bi avêtina pêngavên bi cesaret mafê gelan bikin bin garantiyê. Piştî axaftinê aktîvîst derbasî cihê Baydemîr bûn û bi pê re hevdîtin kirin.

Aktîvîstên di 9’ê tebaxê de derketin rê piştî  Dêrsîmê piştî Bismil, Heskîf, Şirnex, Roboskê, Sîlopî, Duhok, Amed, Barzan, Akre, Soran û Shaqlawa di 25’ê tebaxê de biçe Hewlêrê.