Aktîvîstê anarşîst Davîd Graeber jiyana xwe ji dest da

Aktîvîstê anarşîst, antropolog û dostê Kurdan Davîd Graeber, di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Graeber ê li Wall Street pêşentiya malên dagirkirî kir, ji bo parastina Bakurê Sûriyeyê ku di qada navneteweyî de weke ‘ceribîneke demokratîk a awarte’ dihate pênasekirin bang kiribû.

Aktîvîstê anarşîst ê hemwelatiyê DYE’yê, profesorê antropolojî û nivîskar Davîd Rolfe Graeber jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku Graeber duh li nexweşxaneyek a li Nîka Dûbrovsky, Venedîkê jiyana xwe ji dest daye. Graeber 59 salî bû.

Weşanvanê Graeber Penguîn Random House diyar kir ku hîn sedemê mirina wî nayê zanîn.

Graeber di sala 1961’an de ji dayik bûye. Graeber ê ku li qadên bîrdoziya nirx û civakê pispor bûyî, li zanîngeha Yele ya ku sala 1998’an destpê kir, weke akademîsyek xebat kir. Lê belê sala 2007’an ji ber nêrînên xwe yên siyasî yên dijberî rêveberiyê, neçar ma ku ji zanîngehê veqete. Piştre li Beşa Antropolojiya Zanîngeha London School of Economîcs perwerde da.

Graeber ê ku heya roja îro weke aktîvîst û bîrdozvan di nava gelek çalakî û çêkeran de cih girtî, heman demê jî weke yek ji yê herî girîng ku di nava Tevgera Wall Streetê Dagir Bike (Occupy Wall Street Movement) de cihê xwe girt.