Aktîvîsta TJA'yê Olbecî hate destgîrkirin
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbecî hate destgîrkirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbecî hate destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP'ê dewam dikin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Zeynep Olbecî li mala xwe ya li taxa Gazîler a navçeya Peyasê ya Amedê hate destgîrkirin. Polîsên Tirk ên avêtin mala aktîvîsta TJA'yê ew birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Amedê.
Zeynep Olbecî 9'ê Cotmehê di operasyona dijî rojnamevan û siyasetmedaran de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan.
AVÊTIN SER MALA NIVÎSKAR NEZÎR ÇAKAN
Di vê navberê de polîsên Tirk avêtin ser mala endamê PEN a Kurd nivîskar Nezîr Çakan a li navçeya Erxenî ya Amedê. Di dema serdegirtinê de Çakan ne li malê bû. Polîsên Tirk dest danîn ser hemû pirtûkên Çakan ên li malê.