Şaredariyên Kurd wê li Strasbourgê bêne nîqaşkirin

Li Strasbourgê têkildarî tecrûbeyên şaredariyên Kurd wê konferanseke navneteweyî bê lidarxistin.

TECRÛBEYA ŞAREDARIYÊN LI KURDISTANÊ

Li Salona Konferansê ya MISHA ya li Zanîngeha Strasbourgê wê di 29'ê Nîsanê de bi sernavê 'Nirxandina Demokrasiya Ewropayê: Kombûna Demokratîk a Xwecihî ya Şaredariyên Kurd ên li Tirkiyeyê û Nûbûn (1990-2016) konferansek tê lidarxistin.

Hevşaredarên Kurd ji salên 2000'î û pê ve li gel astengiyên dewletê jî modelên rêveberiyê yên bi beşdariya gel veguherandin siyaseta xwecihî. Ev hewldana ku ji bo civakên mexdûrê tundiyê ne bi roleke çêker radibe, îro ji ber nûnerên li sirgûnê yan jî girtîgehê nayê dîtin. Konferansa ku wê li Strasbourgê bê lidarxistin, wê hevşaredarên berê yên li sirgûnê, lêkolînerên Ewropî û nûnerên şaredariyan li hev kom bike, wê demokrasiya xwecihî nîqaş bike.

Zanîngeha Strasbourgê, rêveberiya bajêr û rêxistinên civakî yên sivîl wê konferansê lidar bixin.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Konferans wê 29'ê Nîsanê saet di navbera 09:00-19:00 de pêk were. Bernameya konferansê bi vî rengî ye:

* 09.30-12.30: Rûniştinên li ser nûbûnên li demokrasiya xwecihî. Michel Agier (EHESS), Patricia Zander û Wiebke Keim (Zanîngeha Strasbourgê) wê mijarên çalakiyên bajarvaniyê, demokrasiya Ewropayê binirxînin. Hamit Bozarslan (EHESS) wê têkiliya bi hêzên siyasî û zehmetiyên avaniyê nîqaş bike.

* 14.00-15.30: Leyla Îmret (Cizîr), Bedia Özgökçe (Wan) û Osman Baydemîr (Amed) wê rola polîtîkayên xwecihî li nava mekanîzmayên demokrasiya tevlîkar binirxînin. Yê nîqaşê bide kirin: Gilbert Vincent (Zanîngeha Strasbourgê).

* 15.45-17.15: Fatma Şik (Sûr), Firat Anli (Amed), Abdullah Demîrbaş (Sûr) û Nejdet Atalay (Êlih), wê rê û rêbazên avakar ê demokrasiya tevlîkar li hemberî tundiya civakî û siyasî binirxînin. Ya ku bide nîqaşkirin: Fleur Laronze (Zanîngeha Strasbourgê).

* 17.30-17.45: Rûniştina dawî.