Di lêpirsîna Şaredariya Kemalpaşayê de 2 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Kemalpaşayê de 2 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Kemalpaşayê de 2 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Kemalpaşa ya Îzmîrê ya CHP’ê de duh 5 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên her 5 kesan hatin girtin. Ji 5 kesan 2 kes hatin girtin.
Midûrê Karên Çandî û Civakî yê berê H.B û rayedarê şîrketa organîzasyonê S.P ku sewqî edliyeyê hatin kirin, bi daxwaza girtinê ya dozgeriyê ji aliyê dadgeriyê ve hatin girtin. Cîgirê Şaredar A.B, karmendê şaredariyê S. K û B.B bi şertê kontrola edlî hatin berdan.