ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Geşedanên piştî banga Rêber Apo qewimîne, wê bên şopandin.
- Prof. Giovanni Russo Spena anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo cîhanê alternatîf e û got: “Bi azadiya Ocalan re em ê aştiyê nas bikin."
- Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku hevdîtina di navbera Şandeya Îmralî û Serokkomar Erdogan de hatî kirin, gaveke derengmayî ye û destnîşan kir ku divê girîngiya vê bangê ji her kesê re were vegotin.
- Geşedanên di çarçoveya rewşa tenduristiya endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de, wê bên şopandin.
- Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Emîn Çam ê 73 salî di nava hefteyekî de du caran xirap bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Keça wî Şîmel Çam destnîşan kir ku rewşa bavê wê xeternak e û nikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne.
- Çalakiyên ku xizmên windayan û girtiyan li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê lidar xistine, wê bên şopandin.
- Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.