Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê nirxand û diyar kir, ku ya tê kirin dozeke siyasî ye. Akdar diyar kir ku 'Lêpirsîna Kobanê' li ser banga civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ku sala 2014'an hate lidarxistin, hatiye destpêkirin û hate ragihandin ku îdîaya bûye mijara lêpirsînê jî banga li mirovan a piştî vê civînê ye.
Aktar anî ziman ku bi vî rengî têkildarî endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê lêpirsîn hatiye destpêkirin û qala wê pêvajoyê kir: "Lêpirsîna sala 2015'an kirin du beş, beşek jê diçe îfadeyê bide, ji yên diçin re dibêjin, 'pêwîstî bi îfadeyê nîne, karê me gelekî zêde ye, hûn ê piştre îfadeyê bidin'. Weke lêpirsîneke ji rêzê tê dîtin. Piştre mijar digihêje parlamenteran. Bi lêpirsîna bingehîn a li Amedê ya têkildarî Hevserokê HDP'ê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş dikin yek û sala 2016'an dema ku Demîrtaş tê girtin, vê yekê dikin îdîaname û dibe mijara dozê. Demîrtaş di vir de ji bûyeran berpirsyar nayê nîşandan, tenê mijara bangê dibe rojev. Piştre heman lêpirsîn li hemberî Meral Daniş Beştaş û Ayhan Bîlgen jî dibe mijara dozê.
Di vê mijarê de du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hene. Yek jê têkildarî Ayhan Bîlgen e, ya din jî têkildarî Meral Daniş Beştaş e. Di her du biryaran de Dadgeha Destûra Bingehîn hukum dide ku îdîa ji bo girtina Bîlgen û Beştaş têrker nîne."
'DIXWAZIN ATMOSFEREKE WELÊ BIAFIRÎNIN, WEKE KU PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NEBÛYE'
Aktar bal kişand ser bêhiqûqiya di lêpirsînê de û anî ziman ku ji siyasetmedarên di vê operasyona dawî de hatine girtin, Ayla Akat ne endama Desteya Rêveberiya Navendî ye, Emîne Ayna ne endama HDP'ê ye. Aktar bal kişand ser dema operasyonê û destnîşan kir ku ev yek dikare weke hewldanek ji bo zêdekirina dengan di ser operasyona dijî siyaseta Kurd re bê nirxandin, lê belê motîvasyona esasî nêrîna giştî ya li meseleya Kurd e.
Aktar diyar kir ku ji bo fêhmkirina vê jî divê mirov li helwesta dema dawî ya desthilatdariyê ya li meseleya Kurd binerin û anî ziman ku dewlet bi rengekî eşkere hewl dide ku nîqaş û hevdîtinên di navbera salên 2009-2015'an de bi Kurdan re kiriye, tune bihesibîne. Aktar ragihand, dewlet hewl dide atmosfereke welê biafirîne, weke ku 'pêvajoye çareseriyê' qet nebûye û got, "Gotinê tîne ser wê yekê ku bêje, ez bi we re qet li dora maseyê rûneniştim, min bi we re qet danûstandin nekir. Hewl dide vê pêvajoyê tune bihesibîne, ji bîra mirovan derxîne. Û hewl dide aktorên siyasî yên wê demê hemûyan ceza bike. Mesele ev e."
Aktar destnîşan kir ku ji aliyê hiqûqî ve zehmet e encam bê girtin, di rewşa heyî de Dadgeha Destûra Bingehîn jî di bin zeta desthilatdariyê de ye û diyar kir, ku bi rêyên demokratîk bi guhertina desthilatdariyê ji vê rewşê dikarin rizgar bibin û ev wezîfe jî dikeve ser milê siyasetmedaran.