AKP'yiyan hewl dan wekîlên HDP'ê lînç bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest li Civata Giştî ya Meclîsê, li ser sûcên AKP dike û terora dewletê ya li Kurdistanê, qise bike.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest li Civata Giştî ya Meclîsê, li ser sûcên AKP dike û terora dewletê ya li Kurdistanê, qise bike.
Encu di axaftina xwe ya li civata giştî de, sivîlên ji aliyê dewlete ve hatine qetilkirin bibîra nî, lê AKP'yiyan êrîşî wî kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu duh xwest li Civata Giştî ya Meclîsê, li ser sûcên AKP dike û terora dewletê ya li Kurdistanê, qise bike. Encu yê mafê axaftinê wergirt, rastî mudaxleyên devkî yên AKP'yiyan hat. Ev yek piştre veguherî êrîşa fîzîkî ya li hemberî parlamenterên HDP'ê.
Di vê kêliyê de, wekîlekî AKP'ê çû cem rêza HDP'ê û bi gotina "Terorîst derkevin derve" kir qareqar.
Faşîstên AKP'yî bi metirsiya sûcdariyê hewl dan parlamenterên HDP'yî lînç bikin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê bi rêya Twîtterê ev daxuyanî weşand:
"Ji ber ku min sivîlên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin qetilkirin bibîr anî, hewl dan min lînç bikin. Qaşo hêzên ewlekariyê mirovan qetil nake. Eger kêm jî ber rûmet bi we re hebûya, we ev yek ji min re nedigot. Ez mirovekî ku 34 xizmên wî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine qetilkirin e. Ka we digot hêzên ewlekariyê qetil nakin? Hûn parlamenterên AKP'yî, yên hewl dan min lînç bikin; yê ji we ditirse bila mîna we namerd be."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu axaftina xwe bi vî rengî qedand: