AKP'yî li Viyanayê li dû provokasyonan e

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li hemberî mîtînga HDP'ê ya 25'ê Nîsanê ya ji bo hilbijartinê, AKP û alîgirên wê bi rêya malperên înternetê bi awayekî vekirî banga provokasyonê kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li hemberî mîtînga HDP'ê ya 25'ê Nîsanê ya ji bo hilbijartinê, AKP û alîgirên wê bi rêya malperên înternetê bi awayekî vekirî banga provokasyonê kirin.

Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên Kurdistanî, sosyalîst û demokratên li Ewropayê dijîn bi xurtî dewam dikin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de wê li paytexta Awûstûrya Viyanayê di 25'ê Nîsanê de bi beşdariya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag mîtîngek were lidarxistin. Beriya mîtîngê alîgirên AKP'ê yê li Awûstûryayê dijîn bi rêya malperên înternetê Facebookê, xwe birêxistin kirin û banga provokasyona destwerdana li mîtîngê kirin.

Malpera Guncel Haber a li Awûstûryayê weşanê dike, antî propaganda mîtînga 25'ê Nîsanê kir. Malpera mijara gotinê ku li hemberî hemû çalakiyên komeleyên Kurdan antî propaganda dike, vê carê bêhtir zêdegavî kir û bang li saziyên Tirkan û Tirkên li herêmê kir ku dest li mîtînga mezin a HDP'ê ya bi beşdariya Hevserok Yuksekdag kir.

Navenda HDP'ê ya Hilbijartinê ya Awûstûryayê ragihand ku ew ê der barê mijarê de serî li rayedarên herêmî bidin.

HDP Awûstûrya, Konseya Civaka Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê (FEYKOM) û Ciwanên Azad Awûstûya bang li her kesî kirin, bi taybetî jî li ciwanan kirin ku di 25'ê Nîsanê de bi xwînsarî û hestyarî tevbigerin.