AKP'yî li ser kar in!

Li gelek deverên Tirkiyeyê hîle dewam dikin.

Li gelek deverên Tirkiyeyê hîle dewam dikin. Hin ji hîleyên hatine tespîtkirin bi vî rengî ne:

-Li sindoqa bi hejmara 1131 a li Dibistana Seretayî ya Ataturk a Beykoz Çûbûklû ya Stenbolê li şûna kesekî din deng hat bikaranîn. Di dawiya jimartinê de wê zerf û lîste werin berberîhev kirin.

-Li sindoqa bi hejmara 1240 a li Lîseya Ataturk Anadolû ya Bûrsayê, deng dubare hatin bikaranîn û ev yek hat qeydkirin.

-Li Lîseya Anadolû ya Çanakkaleyê, serokê sindoqê bi hinceta astengdar e, kesek li derveyî sindoqê deng da bikaranîn.

-Li Şehzadeler a Manîsayê, hat tespîtkirin ku kesekî navê wî di lîsteya hilbijartinê de nîne deng bikar aniye.

-Li sindoqa bi hejmara 1250 a li Dibistana Seretayî ya Gazîpaşa ya Samsûnê, di navbera hilbijêran û wezîfedarên li ber sindoqan pevçûn derket. Yên deng bikar anîn xwestin bêyî îmzekirinê derkevin, lê wezîfedarên li ber sindoqan li dij derketin.

-Li Şereflîkoçhîsar a Enqereyê, welatiyê ji aliyê zîhnî ve astengdar radestî AKP'yiyan hat kirin ku deng bikar bîne. Parêzeran dest li rewşê werdan, deng nederbasdar hat hesibandin. Di raporê de hat nivîsandin.

-Li Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a Akyûrt a Enqereyê, AKP'yiyan xwestin bi astengdaran re deng bide bikaranîn, lê çavdêran pêşî li wan girtin.

-Li Dibistana Harmantepe ya Gultepe ya Stenbolê namzetekî parlamenteriyê yê AKP'yî li nava hilbijêran geriya û propaganda kir. Li ser vê yekê namzet hat qewirandin.