AKP'yî hewl didin xwe li Awûstûryayê 'baş' nîşan bidin, lê kes pê naxape
Dûvika AKP'e ya li Ewropayê UETD, ku gelek nerazîbûn li hemberî wê hene, hewl dide li Awûstûryayê îmaja xwe serarast bike û xwe 'baş' nîşan bide. Lê kes pê naxape.
Dûvika AKP'e ya li Ewropayê UETD, ku gelek nerazîbûn li hemberî wê hene, hewl dide li Awûstûryayê îmaja xwe serarast bike û xwe 'baş' nîşan bide. Lê kes pê naxape.
Rêxistina bi navê Yekîtiya Demokratên Tirkiyeyî (UETD) ku weke navenda karên neteweperestiyê yên AKP'ê li Ewropayê tê naskirin, li Viyanayê meşek lidar xistibû û êrîşî restoranteke Kurdan a li vî bajarî kiribû.
Tevî vê êrîşê, dirûşmên nîjadperestî yên ku AKP'yî di xwepêşandanên xwe de qîriyan, li Awûstûryayê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû û li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve bi xwe daxuyaniyek da bû û gotibû, "Kî ji AKP'ê hez dike dikare vegere Tirkiyeyê."
DI KONFERANSA 'PAQIJKIRIN Û BIRIQANDINA AKP'Ê DE, CHP JÎ HEYE
Piraniya wan komeleyên UETD û yên nêzî AKP'ê, duh bi rengekî ku temamiya çapemeniya Awûstûryayê henekê xwe bi wan kir, li hev civiyan û li restoranta êrîş lê hat kirin daxuyanî dan çapemeniyê. Ev daxuyanî bi navê qaşo "Platforma Demokrasiya Tirk li Awûstûryayê" hat dayîn, ku ji komeleyên neteweperestên Tirk ên nêzî AKP'ê pêk tê, hat dayîn. Balkêş e rêxistina CHP'ê ya Awûstûryayê jî di vê kombûnê de amade bû.
Di daxuyaniyê de, êrîş û heqaretên di dema xwepêşandanên piştî 15'ê Tîrmehê hatin kirin de ji nedîtî ve hatin. Van neteweperestên Tirk tevî vê yekê, ji rexneyên çapemeniya Awûstûryayê gilî û gazin kr. Di daxuyaniyê de êrîşa li hemberÎ restoranteke Kurdan bi tenê hat şermezarkirin.
KURD, ELEWÎ Û ÇEPGIR NÎNIN
AKP'yî, xwepêşandanên xwe yên nîjadperestiyê weke 'rabûna li ber darbeyê' pêşkêş dike. Lê di çapemeniya Awûstûryayê de ev yek weke 'hewldana paqijkirin û biriqandina AKP'ê' tê dîtin. Çapemeniya Awûstûryayê di weşanên xwe yên li ser vê mijarê de bibîr dixînin, ku Kurd, Elewî Û komeleyên çep ji bo vê yekê nehatine vexwendin.
Rojnameya Der Standard di nûçeya xwe de cih da nêrînên rêveberê Navenda Civaka Kurd li Awûstûryayê (FEYKOM) Jean Kepez û ji Federasyona Komeleyên Elewiyan Umît Sari. Di nûçeyê de Kepez got, "divê ji gotinên van komeleyan bêhtir divê mirov li pratîka wan binêrin". Umît Sari jî banga qedandina kampanya êrîşan a komeleyên alîgirên AKP'ê, kir.
Yek ji radyoyên sereke yên Awûstûryayê ORF jî ragihand, li qaşo konferansa çapemeniyê ya daxuyanî lê hat dayîn, destûr nehat dayîn ku rojnamevan pirsên xwe bikin.