AKP tirsiya: Xwendin û parvekirina nûçeya MÎT'ê hate qedexekirin!

Nûçeya 'Rêveberên MÎT’ê axivîn' û nûçeyên têkildarî rêveberên MÎT’ê ku ajansa me weşandin, li Tirkiyeyê weşandin û parvekirina wan hate qedexekirin!

Li Tirkiyê helwesta xwe ya derbarê sînordarkirina azadiya çapemeniyê piştî girtina nûçegin, rojnameyan, astengkirina malperan, zêdebûna zextê ya li ser rojnameyên ku binpêkirinên mafên mirovan dide hê jî zêde kir.

Hate asteke wiha ya piştî girtina hesabên medyaya civakî, û yek bi yek fîltlerkirina nûçeyan, biryarê dide bê ka kîjan nûçe dikare li ser medyaya civakî were parvekirin û neyê parvekirin.

Bi taybetî ji roja ku ajansa me ANF’ê îfadeya rêveberên MÎT’ê weşandiye her cure êrîş li ser dibe, ajans, portalên nûçeyan, malper û hesabên medyayê yên ku yên ku nûçeyên ku me weşandine, par ve kirine di hedefa Tirkiyê de ne.

Dadgeriya Silh û Cezayê ya 3’yan a Enqerê ku serlêdana rayedarên Tirk qebûl kirî, biryar stand ku xwegihande Tirkiyê ya hesabên medya civakî dikare were qedexekirin. Di hesabên wiha de nikare wan qedexe bie jî fîltre dike. Bi vî rengî dibine asteng ku mirov bikaribin ji destê pêşî xwe bigihînin nûçeyê.

Di encama serlêdana li Dadgeriya Silh û Cezayê ya 3’yan de, di serî de nûçeya bi navê ‘’Rêveberên MÎT’ê axivîn’ku ajansa me ANF’ê par ve kiribû, nahêlin nûçeyên me yên derbarê îfadeyên rêveberên MÎT’ê, yên ku Tebaxa 2017’an bi bi Operasyona Tolhildanê ya Sakîne Cansiz hatibûn girtin û li ser komkujiya Parîs êli xwe mikur hatibûn, bigihijin mirovan.

Di nav wan hesaban de ku hatine qedexekirin Youtube, Twîtter, Twîtterên ajansên nûçeyan, înstagram jî hene.