AKP pêşî li meşvanên Cizîrê digire

Girseya gel a dixwaze biçe Cizîrê li pêşiya Hezexê tê astengkirin. Rayedarên leşkerî, kîlometreyek piştî derketina ji Hezexê girse sekinandin û gotin, "Ji me re ferman hatiye, em ê nehêlin hûn biçin."

HDP'yî û bi hezaran kesên duh danê sibehê ji bo xwegihandina Cizîrê ketin ser rê, dan xuyakirin ku ew ê danê sibehê ber bi Cizîrê ve bimeşin û derbasî Hezexê bûn. Lê belê ji ber êrîşên leşker û polîsan zêde bûn HDP, KCD, DBP û HDK'yî li benda sibehê neman û bi rê ketin. Lê kîlometreyek dûrî Hezexê girseya gel careke din hat sekinandin. Rayedarên leşkerî gotin," Ji me re ferman hatyeiye, em ê nehêlin hûn derbas bibin."

Hevdîtinên HDP'yiyan dewam dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ji MedNûçe re peyivî û banga baldariyê li raya giştî kir. Baydemîr got, "Em ê biçin wê derê, ku mirovên li wir çi dijîn, em jî heman tiştî bijîn."

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşên polîs û leşkerên Tirk ên li hemberî taxên Cûdî û Nûrê dewam dikin. Di êrîşan de 2 jê jin, yek jê pitikek 6 mehî sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di nava HDP'yiyên ketine ser rêya Cizîrê de wezîrên HDP'yî, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevberdevkên HDK'ê, Hevserokên DBP'ê, Hevserokên KCD'ê û 40 parlamenterên HDP'ê hene.

...