AKP li Viyana û Rennesê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Fransa Rennesê berxwedana Cizîrê hat silavkirin û polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Fransa Rennesê berxwedana Cizîrê hat silavkirin û polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Fransa Rennesê berxwedana Cizîrê hat silavkirin û polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi qasî 30 ciwanên li Stephanplatzê civiyan, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qetilkirina gelê Kurd û êrîşên li dijî HDP'ê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Ciwanan aleke mezin a HDP'ê vekirin û wêneyên mirovên di êrîşên dawî yên dewleta Tirk de jiyaan xwe ji dest dan û rastî îşkenceya faşîstan hatin, hildan.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk li Cizîrê zarokan dikuje, di nava 2 rojan de li hemberî 400 buroyên HDP'ê êrîş hatin kirin, haya we ji vê heye?" hat vekirin.
Li aliyê din, ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê wê sibe saet di 18:00 de li ber avahiya Opera ya Viyanayê çalakî pêk were. Ciwanan banga beşdariya vê meşê kirin.
RENNES
Li bajarê Fransa Rennesê jî, ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê û şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê çalakiyek hat lidarxistin.
Bi sedan kesên li Meydana Troîs Soleîlê civiyan, dest bim eşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Xweparastin maf e", "Cizîr ne bi tenê ye", "Kujer Erdogan" û "PKK gel e", "Bijî Serok Apo", "Tohildan, hatin qîrîn. Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK û pankarta bi nivîsa "Li dijî rejîma Erdogan yekane bijarka me ya jiyanê xweparastin e" hilgirtin.
Li dû xwendina belavoka KNK'ê aktîvîstê Kurd Akîf Serhat peyivî û ragihand, ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Serhat diyar kir ku ev pêvajo pêvajoya hilweşandina rejîma Erdogan e.
Serhat diyar kir ku hemû hewldanên êrîş û lînçkirinê bêwate ne û destnîşan kir ku yekane rêya bersivdayîna li pêvajoyê, xweparastin e.