AKP li kolanên Skoçya hat protestokirin
Li Skoçyayê gelê Kurd û Tirk komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Li Skoçyayê gelê Kurd û Tirk komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Li Skoçyayê gelê Kurd û Tirk komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Li Edînburgh a Skoçya komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Prînces Street hatin gel hev, broşurên Îngîlîzî belav kirin, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê teşhîr kirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve hat organîzekirin, dirûşmên, “Dewleta Tirk a qatilê sivîl û zarokan", "Dewleta Tirk dawî li qirkirinê bîne", "Qatil Erdogan", "Em aştiyê dixwazin" hatin gotin.
Di daxuyaniya çalakiyê de hat diyarkirin ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û komkujiyên Gazî, Gezî, Mereş, Sêwas, Pirsûs, Roboskî yên ji aliyê dewletê ve hatine kirin hatin bibîrxistin.
Her wiha ji bo çalakiya rûniştinê ya wê roja Çarşemê saet 10.30 li ber parlamentoyê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin. Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Skoçya, xwest kes bêdeng nemîne û piştgiriyê bidin çalakiyê.