AKP li girtîgehan ketiye tirsa Efrînê!
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê li ser kincên ‘yek reng’ û protestoyên Efrînê lepirsîn hate destpêkirin. Girtî û malbat li berxwedanê rawestiyane.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê li ser kincên ‘yek reng’ û protestoyên Efrînê lepirsîn hate destpêkirin. Girtî û malbat li berxwedanê rawestiyane.
Jiyan Yildiz a ji Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye, ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand, nameya wê "bifikare" dîtin û der barê wê de lêpirsîn vekirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3'ya Şakranê operasyona Efrînê û pêkanîna cilên yek tîp şermezar kirin, der barê wan de 6 lepirsînên cuda vekirin.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ne, bi rêya parêzerên xwe der barê binpêkirinên mafan de agahî dan. Jiyan Yildiz di 9'ê Çileyê de ji nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Huseyîn Aykol re name şand, der barê wê de lêpirsîn dan destpêkirin. Nameya Yildiz a der barê binpêkirinên mafan de "bifikare" hat dîtin dîsa dan wê û di çarçoveya Qanûna Mafên Înfazê ya Tevdîrên Ewlehî û Cezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Yildiz di nameyê de, binpêkirinên mafan û zextênh li girtîgehê nivîsîn, her wiha got ku di dema hevdîtina vekirî de dolab li ber birayê wê yê piçûk de ketiye û difina wî çiq bûye. Yildiz destnîşan kir ku di beşa venerîna çavan de dolab li cihê xwe nehatiye bizmarkirin, ji ber wê ketiye, malbata wê jî serlêdana sûc kiriye. Hat gotin ku dem dem der barê Yildiz de lêpirsîn tê vekirin, xwestiye biçe koxûşa girtiyên siyasî, destûr nedane wê.
LÊPIRSÎNA LI PROTESTOYAN
Her wiha diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 3 ya Şakranê bi kêfî nahêlin ku parêzer girtiyan bibînin, pirtûkan nadin wan û axaftina bi telefonê serê du heftiyan bûye carek.
Parêzeran gotin kincên yek reng anîne girtîgehê û li benda rêziknameyê ne, ji bo ku li dijî kincên yek reng û li diji êrîşên li ser Efrînê dirûşm berz kirine heta niha lêpirsîn li 6 girtiyan vekirine.
MALBAT JÎ BI BIRYAR IN
Xizmên malbatan jî li dijî kincên yek reng helwest nîşan dan.
Dayika girtiya Leyla Yildiz ya ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan dimîne, Viyan Yildiz got birayê Yusuf Aydin ê ku li Girtîgeha Şakranê Tîpa T ya bi Nimroya 2 Abdûlkadîr Aydin û biryê Vasfî Ozer ên ku li Tîpa F ya Kiriklarê dimîne Agît Ozer gotin, ‘Ne em serê xwe ditewînin û ne jî zarokê nme. Hewce be 24 saetan em ê li ber deriyê girtîgehê rûnin.’’