AKP li Fransayê tê protestokirin

CDK-F bang li hemû welatparêz û demokratên li Fransayê dijîn kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin.

Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû welatparêz û demokratên li Fransayê dijîn kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsên faşîst ên AKP'ê, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê êrîşî Kurdan kirine, di serî de Cizîr li gelek bajarên Kurdistanê jin, zarok her kes qetil kirine û hat gotin, "Li Cizîra ku ji bo veşartina cenazeyan jî destûr nayê dayîn, ji bo şikandina berxwdanê gel tî û birçî tê hiştin. Ji bo şikandina berxwedana gel, tê xwestin komkujî bê kirin. Faşîstên AKP'ê yên nekarî xwe li serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê rabigirin, êrîş avahiyên HDP'ê kirin û şewitandin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Fransayê dijîn dikin ku li dijî van êrîşên faşîst gelê me yê li Kurdistanê bi tenê nehêlin û bi xurtî beşdarî hemû çalakiyên demokratîk ên li Fransayê bibin."

Cih û dema çalakiyên li Fransayê bi vê armancê werin lidarxistin, wiha ye:

PARÎS: Îro saet di 18:00 de li Place Invalide
Sibe saet di 18:00 de li Gare de l'Est

MARSÎLYA: Sibe saet di 18:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Place de la Bourse, meş

TOULOUSE: Sibe saet di 18:00 de li Place du Capitole, mîtîng