'AKP ji nêrînên Ocalan ditirse'
Siyasetmedar û rojnamevanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin, "Erdogan bi agir dilîze."
Siyasetmedar û rojnamevanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin, "Erdogan bi agir dilîze."
Siyasetmedar û rojnamevanan dan xuyakirin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber tirsa AKP'ê ye û ji bo aştî û azadiyê xwestin, tecrîd bê rakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, rojnamevan-nivîskar Cengîz Çandar, Parlamentera Parlamenta Awûstûryayê Bêrîvan Aslan û Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya hat girtin Ozdal Uçer, encamên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxandin.
'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr got, "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemcar gaveke nû hate avêtin. Ew jî pêvajoya diyalogê ya navbera salên 2013-2015'an bû. Dema mirov ê pêvajoyê dinirxînin, dibînin ku dema herî kêfxweş a civakê ye. Çima? Ji ber ku mirov nemirin. Civakê bi hêvî berê xwe da siberojê. Baş e, afirînerê rastî yê vê pêvajoyê kî ye? Birêz Ocalan e. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan tê wateya aştî, muzakere û diyalogê. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan tê wateya pêşîgirtina li aştî, diyalog û muzakereyê. Ji Nîsana 2015'an û vir ve ti hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehat kirin. Baş e ji wê çaxê ve, ji desthilatdariyê heta mûxalefetê, kê jiyana xwe ewle dît? Kesî xwe ewle nedît. Çi bû? Mekanîzma darbeyê, mirin û hilweşandin. Lewma eger dixwazin pêşî li vê rêveçûna welêt were girtin, divê tecrîd bê rakirin. Nexşerêya siyasî ya Tirkiyeyê ber bi kendalekî bilind ve diçe. Yek ji gavên guherina vê rêveçûnê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Diyarkirina rêyek nû ye.
Divê her kes bi aqilane tevbigere. Rewşa niha ya li Tirkiyeyê dişibe Elmanya salên 1930'î. Gelo vê yekê tenê zerar da Elmanyayê? Na. Zerar da tevahiya Ewropayê. Divê tecrîd derhal bê rakirin û pêvajoya aştiyê dest pê bike."
'DESTHILATDARÎ OCALAN DIKE MIJARA BAZARÊ'
Rojnamevan-nivîskar Cengîz Çandar jî got, "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nîşaneya polîtîka giştî û zilma li ser Kurdan e. Ev, ne cara yekê e li Ocalan tê kirin. Berê jî hatibû kirin. Polîtîkayên bi heman rengî li dijî Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk jî tên meşandin. Siyasetmedarên Kurd ên legal ên hatine hilbijartin, bi hincetên pûç girtî ne. Eger desthilatdarî vê yekê li siyasetmedarên legal ên Kurd dike, hingî jê girantir li Ocalan dike. Desthilatdarî tecrîda li ser Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de dike mijara bazarê. Divê helwesteke bi vî rengî ya xetere bê terikandin."
'ERDOGAN BLOFÊ DIKE'
Parlamentera Parlamenta Awûstûryayê Bêrîvan Aslan jî ev nirxandin kir: "Tecrîd pêkanîneke ku rûmeta mirovan rencîde dike. Weke mirovekê, weke Ewropiyan em li dijî vê pêkanînê û tecrîdê ne. Aştî bêyî Abdullah Ocalan nayê. Ez baş nizanim, lê bi dîtina min Erdogan bi cezayê îdamê blofê dike. Ev texmîna min e, ne bawerim zêdetir gavê bavêje. Li gorî min, ev parçeyek ji lîstikê ye. Bi dîtina min, pirsgirêka Kurd ji gelek aktoran pêk tê. Ocalan aktorê sereke yê muzakreyê ye. Ew nebe, çareserî jî nabe, aştî jî nayê."
'ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ BI MÎLYONAN MIROVÎ YE'
Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya hat girtin Ozdal Uçer jî got, "Abdullah Ocalan rêberê bi mîlyonan mirovî ye û di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola wî sereke ye. Her kes wî ji bo aştiyê weke mûxatab dibîne. Cîhan di vê mijarê de wî teqdîr dike. Ji ber ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, projeyeke jiyana bi hev re ya ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn danî holê. Ji ber ku bi vê projeya jiyana bi hev re ya gelan dizanin, tecrîdê dişidînin. AKP dixwaze sîstema xwe bidomîne. Eger projeya Birêz Ocalan a jiyana bi hev re ya gelan bikeve meriyetê, wê sîstema dîktatoriyê ya AKP'ê biqede."