‘AKP ji mirinên li girtîgehan berpirse’
‘AKP ji mirinên li girtîgehan berpirse’
‘AKP ji mirinên li girtîgehan berpirse’
Hevseroka TAYD-DER'ê ya Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler, der barê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Tekîrdagê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo çalakî bi dawî bibe divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Bîrlîkler, anî ziman ku heke li girtîgehan mirin pêk bên berpirsiyarê mirinan hikûmeta AKP'ê ye.
Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TAYD-DER) a Îzmîrê piştgirî da çalakiya girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya bi armanca şermezarkirina pêkanînên dij demokratîk û wan sewqî girtîgeheke dibin bikin dan destpêkirin. Hevserokên TAYD-DER'ê yên Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler û Musa Karbadag li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û çalakiya greva birçîbûnê. Bîrlîkler, diyar kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de 317 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest da nêzîkahiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî girtiyên nexweş bê wijdanî ye. Bîrlîkler, anî ziman ji ber nêzîkahiya hikûmeta AKP'ê ya tolgirtinê û dijminahiyê girtiyê bi navê Yaşar Dere li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest da û girtiyên nexweş terkî mirinê kirin.
Bîrlîkler, bi bîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê rastî pêkanînên dij demokratîk tên û divê daxwazên girtiyan bên dîtin û wiha got: "Divê demildest daxwaza girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Heke mirinek çêbibe berpirsiyarê wê Midûriyeta Giştî ya girtîgehan, Wezîrê Dadê ye." Bîrlîkler, bilêv kir ku heke li girtîgehan mirin pêk bên berpirsiyarê mirinan hikûmeta AKP'ê ye.