'AKP ji bo dîzaynkirina polîtîkaya hundirîn DAIŞ'ê bi kar tîne'
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, AKP ji bo bêdengkirin û çavtirsandina gelê Kurd, hemû hêzên demokrasî û azadiyê, DAIŞ'ê di polîtîkaya hundirîn de bi kar tîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, AKP ji bo bêdengkirin û çavtirsandina gelê Kurd, hemû hêzên demokrasî û azadiyê, DAIŞ'ê di polîtîkaya hundirîn de bi kar tîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, AKP ji bo bêdengkirin û çavtirsandina gelê Kurd, hemû hêzên demokrasî û azadiyê, DAIŞ'ê di polîtîkaya hundirîn de bi kar tîne.
Torgûl di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, xweşbîniya AKP ji bo DAIŞ'ê nîşan dide, li welêt li hemberî karker, kedkar, xizan, rewşenbîr an jî akademîsyenan nîşan nade û got, "AKP a bi ti rengî toleransê nîşanî kesekî îtiraz dike nade, dema dor tê DAIŞ'ê gotinên 'zarokên hêrs bûyî' bi kar tîne û hewl dide DAIŞ'ê hêrs neke."
Parlamenter Togrûl da xuyakirin, ku AKP çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî li hemberî Kurdan bi kar tîne û ragihand, bi komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê xwestin gelê Kurd û hêzên azadî demokrasiyê bikin ku nikaribin derkeve kolanan.
Togrûl da zanîn, AKP tevî vê yekê DAIŞ'ê ji bo gelek armancên cuda jî bi kar tîne û ev nirxandin kir: "Dema mirov bala xwe bidin ser têkiliya navbera AKP û DAIŞ'ê wê bê dîtin, ku AKP hem DAIŞ'ê ji bo ketina nava Sûriyeyê bi kar tîne, hem jî di polîtîkaya hundirîn de ji bo bêdengkirina hêzên azadî û demokrasiyê bi kar tîne. Di berdêla vê de jî DAIŞ xeta Dîlok-Kîlîsê ji xwe re bi hêsanî bi kar tîne. Polîsekî li Dîlokê wezîfedar, bi rengekî vekirî got ku wan ji bo DAIŞ'ê nobed girtine. Li Tirkiyeyê, têkildarî DAIŞ'ê bi tenê qedexeyek heye. Ew jî; qedexeya weşanê ye ku di dema komkujiyên DAIŞ'ê de tê ragihandin."
'DAIŞ GIRSEYÊN KU AKP LI HEMBERÎ XWE WEKE DIJMIN DIBÎNE, HEDEF DIGIRE'
Togrûl diyar kir, DAIŞ li Tirkiyeyê Kurdan, Elewiyan û kedkaran hedef digirin ku ev beşên civakê li Tirkiyeyê timî rastî gefa mirinê tên. Parlamenterê HDP'ê Togrûl got, "Çi berjewendiyên DAIŞ'ê di hedefgirtina van de heye? Eger DAIŞ dixwaze mesajekê bide Tirkiyeyê, wê demê gelek hedefên cuda hene, ku berê xwe bidê. Lê belê DAIŞ, girseyên ku AKP li hemberî xwe weke 'dijmin' dibîne, hedef digire. Di heman demê de ev yek weke polîtîkayeke dewletê derdikeve pêşiya me. Rewşa bi TIR ên MÎT'ê mezin bû nîşan dide ku ev bûyer organîzasyoneke çiqasî cidî ye. Eger bihata xwestin êrîş û komkujiyên hatin kirin bihata astengkirin, derfet hebûn ku asteng bikira. Li Dîlokê mirov her roj li kolanan dikarin DAIŞ'iyan bibînin. Çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê tên dermankirin, dijî û mirov bi fikar in ku li avahiya ew lê ne DAIŞ'iyek heye yan na. Rayedarên li Dîlokê, DAIŞ'ê weke rêxistineke terorê nabînin. DAIŞ'iyan mîna terorîstan nabînin. Ev rastiyeke, ku me gelek caran bilêv kirin. Ji nêzîkatiya amîrên mulkî yên Dîlokê jî ev encam derdikeve holê. Bi DAIŞ'ê re hevkariyê dikin."
'BI TENÊ LI HERÊMÊN DAIŞ LÊ NE, DERIYÊN SÎNOR VEKIRÎ NE'
Togrûl bibîr xist, ku li sînorê Tirkiyeyê bi tenê li herêmên DAIŞ lê ye deriyên sînor vekirî ne û got, "Eger xeta Ezaz û Cerablûsê li çûn û hatina DAIŞ'ê, li bazirganiay DAIŞ'ê bê girtin, ev êrîş û komkujî wê rû nedin."