AKP hewl dide şîdeta dewletê rewa bike

AKP hewl dide şîdeta dewletê rewa bike

Cîgirê Serokê ÇHD’ê  parêzer Munîp Ermîş bertek nîşanî sererastkirinên rayeyên polîsan da û got: “Tê gotin ku li dijî kesên çalakiyan pêk tînin rayeya bikaranîna çekan didin. Ev hem li dijî destûra bingehîn û hem jî PMME’ê ye. Êdî heta ku Wezareta Karê Hundir an jî walîtî destûrê nede wê lêpirsîn neyê destpêkirin. A esas xetere ev e. Bi vî awayî wê pêşî li komkujiyên wekê Roboskî vebe.

Ermîş der barê zêdekirina rayeya polîsan de ji ANF’ê re axivî.

Ermîş diyar kir ku di sala 2007’an de bi guherîna ku hate kirin ji xwe rayeya bikaranîna çekan a polîsan hatiye zêdekirin û li gorî qeydên fermî ji wê dîrokê heta niha 155 kes bi hinceta ku li gorî îxtara bisekine tevnegeriyane hatine kuştin.

Ermîş diyar kir ku ev raye hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.

Ermîş da zanîn ku di esas de bi vê biryarê re pêşî li ber komkojiyên weke Roboskê tê vekirin û got: “Ji ber ku di kuştinên komî yên polîsan de lêpirsîn nayê vekirin. Vegera sererastkirineke bi vî rengî ya ji Destîra Bingehî gelek zehmet e. Di encam de bi vê guherînê tê xwestin şîdet bê rewakirin. “