AKP hedef nîşan dide faşîst êrîş dikin - HAT NÛKIRIN

Hikûmeta AKP’ê ku polîtîkaya şer kir dewrê, li bajarên Tirkiyeyê li hember avahiyên HDP’ê di kontrola polîsan de êrîşên faşîstan didomin. HDK’ê li ser esasê parastina rewa bang li gel kir.

Hikûmeta AKP’ê ku polîtîkaya şer kir dewrê, li bajarên Tirkiyeyê li hember avahiyên HDP’ê di kontrola polîsan de êrîşên faşîstan didomin. HDK’ê li ser esasê parastina rewa bang li gel kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat weşandin wiha hat gotin: “Navenda me ya Giştî di bin êrîşeke giran de ye. Polîs a dikeve ser milê xwe pêk nayîne.”

AKSARAY

Polîsan di kontrola polîsan de êrîşî avahiya HDP’ê ya Aksaray kirin. Faşîstên ku tabeleya HDP’ê daxistin, li şûna wê ala Tirk daliqandin û tabela parçe kirin.

Serokê Rêxistina HDP’ê ya Aksraya Muhuttîn Yilmaz ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku berpirsyarê van êrîşan hikûmeta AKP’ê ye û got, “Eger tiştek bê serê me berpirsyar AKP ye.”

Êrîşkaran gef xwarin ku wê li Aksaray êrîşên li hember welatparêz û demokratan bidomin.

MELETÎ

Li Meletiyê jî nêzî 2 hezar nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê kirin û avahiya HDP'ê şewitandin. Nîjadperest ji jora avahiyê de ketin hundir û agir berdan avahiya HDP'ê. Koma nîjadperestan heta avahiyê HDP'ê meşiyan û derketine ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê û xwestine alê vekin. Kom bi keviran baceyên avahiyê şikandine û agir avêtine hûndir. Êrîşa nîjadperestan berdewam dike û polîs temaşe dikin.

EDENE

Komên nîjadperestan li Edeneyê jî êrîşî avahiya HDP'ê ya Çukurovayê kirin. Dema nîjadperest li ber avahiyê kom bûn, polîsan temaşe kir û mudaxale nekir. Hêjmara nîjadperestan her ku diçe zêde dibe. Koma nijadperestan a li ser rêya Edene Tarsûsê kom bûne jî li ser rê maşîneyan radiwestînin û kontrola nasnameyan dikin.

ENQERE

Avahiya HDP'ê ya Yenîmahalle ya Enqereyê jî rastî êrîşa komeke ku ji 200 kesan pêk tê hat.

Koma nîjadperest bi tekbîran tiştên li avahiyê, tabela û alên HDP'ê şewitandin û ala Tirkan li avahiyê daliqandin. Polîsên li herêmê mudaxaleyî koma nîjadperest nekirin.

KIRŞEHÎR

Bi êrîşên li dijî HDP'ê ve êrîşên li dijî Kurdan jî zêde dibin. Li Kirşehîrê duh şevê komên ku êrîşî avahiya HDP'ê kirin îro careke din bi çavdêriya polîsan êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Komên nîjadperest bêyî mudaxaleya polîsan kom dibin avahiya partiyê şewitandin û û piştre jî berê xwe dan kargehên Kurdan.

Pirtûkxaneya Gul a aîdî Eşref Odabaşi jî ji aliyê heman komê jî hate şewitandin.

Ev êrîşên hatin kirin di hin hesabên medyaya civakî de bi awayê "ne Madimak Kirşehîr" hate parvekirin. Dîsa navên rêveberên HDP'ê jî li ser hin hesaban ve li ser medyaya civakî hate teşhîrkirin û hedef hatin nîşandan.

MERSÎN

Li Mêrsînê jî nêzî 200 nîjadperest li kolana Komarê kom bûn û êrîşî avahiya HDP'ê ya Mêrsînê kirin. Nîjadperestan êrîş kir û polîsan jî temaşe kir.

Komên nîjadperestan ala HDP'ê daxistin û li şûna wê ala Tirkiyeyê dakirin. 

Nîjadperestên êrîşî avahiya HDP'ê ya Sîlîfkeyê kirin derî şikandin û avahî şewitandin.

Li Mêrsînê komek nîjadperest a li ser medyaya civakî xwe rêxistin kir avahiya HDP'ê ya Sîlîfkeyê şewitand. Li gel ku Hevserokê HDP'ê yê Sîlîfkeyê Fîkrî Gunay serê sibehê bi qeymeqam û midûrê polîsan re hevdîtin pêk anî û xwest tedbîr bê girtin jî komek nîjadperest a ber bi Taxa Bucakli meş li dar xist û êrîşî avahiya HDP'ê kir. Koma ku deriyê pasaja Tevekkul Sultan Paşayê şikand û ket hundir tiştên li avahiyê da ber agir û nîjadperestan li ber çavên polîsên hatin tabelaya HDP'ê daxistin.

Îtfaiyeyê mudaxaleyî şewatê nekir û di bin çavdêriya polîsan de berdewam kir ji ber ku di dema êrîşî de kes tinebû tiştek bi kesekî nehat. Gunay anî ziman ku êrîş organîzekirî ne.

ÇANAKKALE

Li Taxa Îsmetpaşa ya Navenda Çanakkale jî komek nîjadperest li ber avahiya HDP'ê ya Çanakkale kom bûn û xwestin avahiya HDP'ê bişewitînin. Koma nîjadperestan bi tekbîran sekna xwe ya li ber avahiya HDP'ê didomînin. 

STENBOL

Di saetên êvarî de nêzî 2 hezar nîjadperest li Qada Komarê ya Esenyurtê kom bûn û bi tekbîr û dirûşman êrîşî avahiya HDP'ê ya Esenyurtê kirin. Polîs li şûna êrîşî nîjadperestan bikin, bombeyên gazê avêtin rêveber û endamên HDP'ê. Welatî jî ji bo parastina avahiyê parastina rewa pêş xistin û li kolanan barîkat danîn. Nîjadperestan li nûnertiya HDP'a Kiraça Esenyurtê jî êrîş kirin.

Li navçeya Kadikoyê jî koma xwest li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoye daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi gule, bombeyên gazê û ava şid êrîşî komê kirin û destûr nedan ku girse daxuyaniyê bide çapemeniyê. Nûçegihanên ETHA û DİHA yên xwestin nûçe bişopînin jî rastî astengiya polîsan hatin.

Rêveberên HDP'ê ya Esenlerê jî bi boneya êrîşên li ser avahiyên HDP'ê û Lîncên li ser Kurdan şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê ya Esenlerê daxuyanî dan. Kom rastî êrîşa nîjadperestan hat. Di êrîşê de rêveberê HDP'ê Orhan Îpek û Gulşen Atalay ji serê xwe birîndar bûn.

Rêxistina HDP'ê ya Pendîke ya Stenbolê rastî êrîşa nîjadperest hat.

Piştî li Kurdistanê pevçûn zêdebûn êrîşên li hemberî kurdên li rojavayê Tirkiyeyê û avahiyên HDP'ê zêdebûn û agahiyekî êrîşa nîjadperest ji Stenbolê hat. Komeke nîjadperest a ji 50 kesan pêk tê ber bi avahiya HDP'ê ya Pendîkê ve meşiyan û deriyên avahiyê şikandin û ketin hûndir. Ji ber ku tu kes li avahiya HDP'ê de tunebû kom ji avahiyê derket.

LI KADIKOY POLÎSAN ÊRÎŞ KIR

Li navçeya Kadikoy a Stenbolê girseya dixwest bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li hember avahiyên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û ESP’ê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hat.

Girseya dixwest li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Kadikoy civîna çapemeniyê li dar bixe rastî êrîşa polîsan hat. HDP’yî li ber deriyê ketina avahiya Rêxistina HDP’ê de ji aliyê polîsan hat dorpêçkirin.

Polîs nahêlin çapemenî karê xwe jî bike.

KONYA

Komên nîjadperest li gelek nuqteyên Konyayê êrîşî Kurdan kirin. Danê êvarê komek li Otogara Konyayê kom bû, ber bi avahiya HDP'ê ve bi konvoyê meşiya û di meşê de heqaret li Kurdan kir. Komê hewl da avahiyê bişewitîne.

Beşek ji nîjadperestan jî avêtin ser Ronahî-Der a li navçeya Karatayê ku xwendekarên zanîngehê diçin wir. Komê avahiya komeleyê şewitand û li taxa Kurd lê dijîn hewl dan provokasyonê derxînin.

Li navçeya Konya Ilginê, 400-450 karkerên li înşaetên TOKÎ dixeitin duh bi şev rastî êrîşê hatin. Karkerên Wanî û Amedî ji bo alozî mezin nebe, bersiv nedan û xwe înşaetan vekişandin. Dema êrîş zêde bû karkeran xwe parastin. Di êrîşên heta bi şev de 2 karker birîndar bûn.

Karkeran bi emniyet û qeymeqamiyê re hevdîtin kirin û anîn ziman ku ewlekariya jiyana wan nîne, lewma xwestin ji navçeyê werin derxistin. Lê belê emniyetê û qeymeqamiyê bersiva 'ev niha nepêkane' dan.

ANTALYA

Li Antalyayê jî nîjadperestan êrîşî avahiya HDP'ê ya bajêr kirin. Di vê êrîşê de polîs jî li gel komên nîjadperest amade bûn. Di êrîşê de 10 kes birîndar bûn û endamê HDP'ê welatiyê bi navê Osman Beştaş ji ber derba kêrê ya li pişta wî ket bi giranî birîndar bû. Beştaş li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Akdenîzê hat emeliyatkirin û tê gotin ku xeteriya li ser jiyana wî dewam dike. Wekî din nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê êrîş dişopand, rastî êrîşa koma faşîst hat û tiliya wî şikest.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê îro jî komeke faşîst di bin çavdêriya polîsan de deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr şikand û ket hundir. Komê hundir belawela kir, alavên li hundir şikand û al li avahiyê daliqnad. Koma nîjadperest a li ber avahiyê hînê dirûşmeyên nîjadperestî diqîre.