AKP gavên ji bo pêvajoyê taloq dike
AKP gavên ji bo pêvajoyê taloq dike
AKP gavên ji bo pêvajoyê taloq dike
Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Turkdogan û Ozgen dan xuyakirin ku hikûmet dixwaze giraniyê bide ser 'bicihanîna sîstema gelemperiyê" û gavên ji bo pêvajoyê taloq bike. Turkdogan bang li hikûmetê kir ku dest ji polîtîkaya xwe ya li ser bingeha ewlekariyê dimeşîne berde, Ozgen jî got, "Bi astengî û qedexeyan, bi qanûnên bi hinceta sîstema gelemperiyê, pêvajo nameşe."
Ji Heyeta Mirovên Aqilmend, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, piştî civîna duh a bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglû re kirin, ji ANF'ê re axivîn.
TURKDOGAN: POLÎTÎKAYÊN LI SER BINGEHA EWLEKARIYÊ, WÊ ZERARÊ BIDIN
Ozturk Turkdogan diyar kir ku wan girîngî dane civînê û got, "Encama min jê derxist ev e; Der barê pêvajo û diyalogên dewam dikin de, der barê kar û barên hikûmet bikin de, derbarê peyamên Birêz Ocalan hem daye Heyeta HDP'ê hem jî bi rêya Heyeta HDP'ê ji Qendîlê re ragihandiye de, nêzîkatiyek li ser dewamkirina pêvajoyê heye. Li aliyê din girîng e ku hikûmetê di warê pêşvebirina pêvajoyê de helwesta xwe teyît kiriye."
Turkdogan da zanîn ku wî bi xwe, di civînê de nêrînên xwe yên li ser dewamiya bêçalakîtiyê ragihandiye û got, "Bi dîtina min mijara herî lezgîn jî ev e. Ji ber ku bi dewamkirina vê re pêvajo dikare dewam bike. Lê belê xûsûsek heye ku hikûmet bi israr bilêv dike; mijara bicihanîna sîstema gelemperiyê. Lê belê zerar hene ku polîtîkayên li ser bingeha ewlekariyê tê meşandin, rê li ber veke."
'BINGEHA AKP'Ê YA LI KURDISTANÊ ŞAŞ TÊ NÎŞANDAN'
Turkdogan diyar kir ku wan di civînê de çavdêriyên xwe yên li ser nêzîkatiya bingeha AKP'ê ya li Kurdistanê ku zextê li hikûmetê dike, ragihandine û got, "Bi dîtina min bi taybetî li herêmê, girseyên AKP'yî zextê li hikûmetê dikin. Ne bawerim ku nêzîkatiyeke berjewendîparêz a weke 'sîstema gelemperiyê xera bûye, herêm radestî PKK'ê hatiye kirin' serdest be Bi taybetî li herêmê di bicihanîna sîstema gelemperiyê ji aliyê hikûmetê de zexteke bi vî rengî ya dedorên AKP'ê, derdorên mûxafazakar, karsaz hene. Ev pirsgirêkek cidî ye. min dîtin ku pêwîstiya hikûmetê di vî warî de bi nirxandinên bêtir objektîf heye. Ev kesên behsa wan dikim, mîna ku ev rexneyên min der heqê pêvajoyê de ye, nîşan didin. Ji xwe gava pêvajo bi awayekî demokratîk bimeşe, gazinên bi vî rengî wê ji holê rabin. Lê belê ev derdorênhan bi taybetî xwedî nêzîkatiyeke bi pirsgirêk in Mînakekê bidim; di bûyerên dawî de 48 kes mirin. Mirinên Huda-Parê tên dramatîzekirin û yên din ji nedîtî ve tê. Ev rewşeke xetere ye. Lewma em heman nêzîkatiyê ji hikûmetê jî dibînin.
Bi nedîtina zext û şîdeta bi salan a li hemberî vî gelî re, bilêvkirina hin pirsgirêkên xweser ên herêmê, ne rast e. Vî gelî gundên hatin şewitandin, kuştinên kiryar ne diyar, kuştinên bêdaraz, windahî jiyan. Dema ev hemû neyên dîtin, binpêkirina mafan a li hemberî derdorekê gelekî bê mezinkirin û li hemberî vê tedbîr were kirin, ev yek wê hikûmetê têxe nav rêyeke şaş."
'DIVÊ HIKÛMET XEBATÊN XWE DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE'
Turkdogan got, "Di civînê de li ser mijara gavên ji bo heqîqetê, daxwaz û pêşniyarên me yên li ser bêçalakîtiyê min bersivên pêwîst negirt" û da zanîn ku polîtîkayên hikûmetê yên ewlekariyê wê rê li ber gumanan vekin û xwest, ev xebat ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.
'BERSIVA ME NEHAT DAYÎN'
"Di nava Heyeta Mirovên Aqilmend de nêrîneke hevpar hebû, ku mercên birêz Ocalan bên sererastkirin, rêyên ragihandinê jê re bên vekirin, peyamên xwe yekser ragihîne û heyet biçin Îmraliyê. Lê belê hikûmetê di vê mijarê de bersiv neda me. Ji bo selamata pêvajoyê, pêwîste hikûmet vê daxwazê li ber çavan bigire û binirxîne."
Turkdogan diyar kir ku rexneyên li hemberî HDP'ê neheq e û got, "HDP projeya aştî û yekîtiyê ye. Divê ewqasî rastî zordarî û li dervehiştinê neyê."
Turkdogan da xuyakirin ku Davûtoglû li ser 'pêvajoya çareseriyê' gotiye 'em li navenda çem in, veger nîne' û got, "Divê ji nêzîkatiya azadîparêz tawîz neyê dayîn. Pêwîste hikûmet xwe radestî polîtîkayên ewlekariyê neke. Li ber çavan e ku ev polîtîka wê Tirkiyeyê bi kîjan alî ve bibe."
OZGEN: GIRANDÎDAYÎNA LI SÎSTEMA GELEMPERIYÊ JI XWE PÊVAJOYÊ DI GOTINÊ DE DIHÊLE
Lamî Ozgen nêzîkatiya hikûmetê ya ku giraniyê dide 'bicihanîna sîstema gelemperiyê' rexne kir û got, "Bi taybetî piştî pêvajoya Kobanê hin qanûnên derketine holê hene, mijara zêdekirina erka polîsan heye. Hikûmet bi awayekî zelal aşkera nake ku mebesa wê di sîstema gelemperiyê de ev e yan na. Eger mebesta wan ev be; em ê bi hewldaneke nû ya ku dawiya wê ne diyare û mîna hiqûqa dema darbeyê ye, rast bên. Bêyî ku giranî ji demokrasiyê re bê dayîn, nêzîkatiya sîstema gelemperiyê nîşan dide ku pêvajoya çareseriyê bi tenê di gotinê de dimeşe."
Ozgen ragihand ku endamên Heyeta Mirovên Aqilmend xwestine pêvajo dewam bikin, lê belê ji ziman, sekin û nêzîkatiya hikûmetê aciz in û got, "Divê hikûmet hesas be. Me xwest, ku xwe ji zimanekî beşên cuda yên civakê bîne pêşberî hev, vegire. Her wiha me diyar kir ku di mijara guhertina hiqûqî û pratîkî de nêzîkatiya mijûlkirinê heye. Ev yek zerarê dide pêvajoyê."
'BI QANÛNÊN BI HINCET RE, PÊVAJO NAMEŞE'
"Bûyerê piştî pêvajoya Kobanê rû dan, encameke. Bêyî şerê li Rojhilata Navîn, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Sûriye, Iraq, Mûsil, Şengal, Rojava û Kobanê neyê dîtin, nirxandina vê rewşê û bi derxistina qanûn re kontrolkirina mûxalîfan, tê wateya girtinê. Ev yek wê beşên cuda yên civakê bîne pêşberî hev. Dîtina nêrînê weke gef û sûc, astengkirina protestoyên demokratîk, mîna hiqûqa demên darbeyê ye. Yanî hikûmet ji aliyekî ve dixwaze pêvajo bimeşe, li aliyê din jî bi derxistina pêş a mînakên mîna 'sîstema gelemperiyê' re dudiliyê dijî. Li şûna reformên demokratîkbûyînê bike, bi rêbaza parastina sîstema gelemperiyê re difikire ku dikare pêvajoyê bimeşîne, lê ev ne pêkane."
Ozgen ragihand ku rayedarên hikûmetê ji bo pêvajoyê pênaseya 'stratejîk û dîrokî' kirine, lê li gorî vê pênaseyê polîtîkayê nameşînin û got, "Bi astengî û qedexeyan, bi qanûnên bi hinceta sîstema gelemperiyê re, ev pêvajo nameşe."