Tevî ku pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin 3 sal li pey xwe hişt jî hikûmeta AKP’ê ti gavên çareseriyê neavêt û li hemberî berxwedana bêhempa ya Rojava serî li polîtîkayên qirêj da û bi hêzên derdor re piştgiriya çeteyên hovane DAIŞ'ê xist meriyetê. Dîsa li şûna AKP gavên şênber bavêje serî li çêkirina bendavan, HES û qereqolan da. Li aliyekê Tirkiyeyek aştîxwaz heye li aliyê din jî hin hêz dixwazin Tirkiyeyê li ber kaosê ve bibin.
Di ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê re 2 meh derbas bûn jî welatiyên demokrat û hêza gelê Kurd nûnerên dewlet û hikûmetê têk birin. Li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê dewlet di qada siyaseta civakî de felc bû. Weke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan digot: “Li meclîsê ji bo min tenê 400 parlamenter pêwîst in. Ez ê bibim Serok yan jî ez ê rehetiyê nehêlim li ser axa Tirkiyeyê.” Serokkomar Erdogan bi van gotinan gel li tevahî welatiyên Tirkiyeyê xwar. Lewma, ji nişka ve Erdogan û berdevkê wî Ahmet Davutoglu êrîşên xwe yên klasîk xistin dewrê. Tevî ku pêvajoya diyalogê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin 3 sal derbas bûn jî ji ber AKP’ê gavên çareseriyê neavêt û li hemberî destê aştiyê serî li polîtîkayên şer da. AKP ji hêrsa windakirina hilbijartinê pihîna xwe li maseya muzakereyê xist û muktesebata ku di pêvajoya çareseriyê de hatibû destnîşankirin û bidestxistin, înkar kir. Hemû hêviyên çareserî û aştiyê hilweşand.
Dîsa AKP’ê bi vê hêrsê li navçeya Pirsûsa Rihayê li dijî ciwanên SGDF’ê yên ku xwedî xeyalên paqij û bawirmend qetlîam pêk anî, 32 ciwan bi awayek hovane qetil kir. Piştî komkujiya Pirsûsê li tevayî Kurdistanê dest bi pêlên binçavkirin û girtinê dan. Erdogan û Davutoglu gef li HDP’ê xwar û ew HDP’ê bi girtinê tehdît kir. Her wiha di 24’ê Tirmeha 2015’an de li hemberî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di encama van êrîşan de sedan gundên herêmê zerar dît û gelek welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Di êrîşa herî dawî ya AKP’ê de li gundê Zergelê yê Qendîlê komkujî pêk hat û di encamê de jinek du canî û 8 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 15 welatî jî birîndar bûn.
Gelo kê pêvajoya çareseriyê xera kir? Li aliyekê pêvajoya çareseriyê li aliyê din jî lezdayîna çêkirina HES, qereqol û qerekolan. Ji destpêkê heya niha AKP ji bo pêvajoya çareseriyê sabote bike li pey lîstikan bû. Ev ji aliyê rayedarên KCK'ê ve bi dehan car hatin rexnekirin û diyar kirin nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin AKP digire dest. Ji ber armanca qereqol, bendav û HES’an ev e ku jiyana civakê ji holê radike. Di heman demê de bi armanca ku Kurdistanê veguherînin qişleyeke leşkerî tên avakirin.
Tevî hemû hişyariyan AKP’ê dawî bi lîstikên xwe yên qirêj neanî hevpariya xwe ya bi rêxistina hovane ya DAIŞ’ê re xurt kir. Ji bo hêza berxwedêr a gelê Rojavayê Kurdistanê YPG/YPJ’ê bi bin bixe hemû alîkarî û piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. AKP’ê bi piştgiriya xwe ya DAIŞ’ê, girtin û binçavkirinên li Kurdistanê xwest rêya çareseriya demokratik bigre li Tirkiyeyê rêya kaosê veke.