AKP’ê di dema desthilatdariya xwe de hejmara xizanan 7 mîlyon zêde kir û gihişt 30 mîlyon û 500 hezarî. Di bultena bûtçeya 2015’an a Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî (ASPB) de hat diyarkirin ku ji sedî 40 nifûsê hewcedar in. Di 2012’an de hejmara hewcedaran 23 mîlyon û di 2014’an de gihişt 30 mîlyonî. Li welatê ku 52 mîlyon 695 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, 10 hezar jê hewcedar in. Hejmara qeydên di lîsteya xizaniyê de ji sedî 39.5 nifûsa welat e.
Li gor bultena ji aliyê ASPB’ê di Adara 2013’an de hatiye weşandin, li Tirkiyeyê ji her 10 kesan 4 xizan in. Dema wek malbat bê hesibandin ev dibe 8 mîlyon. Kesên ji malên xwarinpêjan fêdeyê digirin jî di 2010’an de 29 hezar û di 2014’an de jî bûye 35 hezar e.
Berê Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî bultenên têkildarî ku çend kes alîkariya civakî digirin, diweşand, ji Hezîrana 2013’an û şûn ve encamên anketan naweşînin.
KOLAN TIJÎ BÊKAR Û PARSEK IN
Berdevkê KESK’ê yê demê Îzmîrê Cevat Duzcî got ku zêdebûna dahata aboriya welat bandorê li ser kedkar û xizanan nake û got: “Pergala heyî ya welat hejmara xizanan zêde dike. Rastî vê nîşan didin. Kolan bi ciwanên bêkar tijî bûne. Bi parsekan tijî bûne.”
Duzcî pergala bacê ya li welat mînak nîşan da û got ku dahata butçeyê ji sedî 70 bi bacan tê girtin û hikûmet serî li polîtîkayên ku gel mexdûr dike, dide.
Duzcî wiha berdewam kir: “Bacên ku dewlemendan didan de di dema hikûmeta AKP’ê de ketiye. Kesên ji serwetê bacê didin, kêmtir didin, heta ev rêje heta ji sedî 3’ê ketiye. Li gorî kedkaran pir kêm bacê didin. Felsefeya damezrandina AKP’ê li ser sermayeyê ye. Partiyeke ku sermayeyê ava kiriye. Hikûmetê ti car rewşa kedkaran baş nekir. Dewlemenên gel xwe hinek din zêde kirin û mezin bûn.”
Duzcî bi lêv kir ku AKP’ê bi gotinên ku dibêjin re jî dikeve nava nakokiyan û di Îslamiyetê de tê gotin ku beşeke dewlemendiyê şerteke bidin xizanan û got: “Lê AKP xizanan zêdetir xizan, dewlemendan jî zêdetir dewlemend dike.
RÊXISTINBÛN Û PIŞTEVANÎ PÊWÎST E
Duzcî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê xizan, kedkar û bindest xwe rêxistin bikin. Divê ev alî di sendîka û partiyan de cih bigirin û di nava piştevaniyê de bin. Li vî welatî yên herî xizan ên herî bê rêxistinin e. Bi xizanan re rêxistinbûn tine. Bi ti sendîka û saziyên demokratîk re rêxistinbûn tine. Bi belavkirina alîkariyan ev nabe. Divê bikevin nava tevgerên kedê û xwe heyî bikin.”