'AKP dixwaze serî li Rojava bitewîne'

'AKP dixwaze serî li Rojava bitewîne'

Prof. Dr. Gazî Çaglar diyar kir ku hikûmeta AKP wê hewl bide bi tezkereyê re modela li Rojava hilweşîne û destnîşan kir ku li gel vê yekê jî wê encama tezkereyê bi berxwedana Kobanê û têkiliya piştevaniyê ya gelê Kurd ve girêdayî be. Çaglar da zanîn ku heta ku polîtîkaya Kobanê neguhere pêvajoya aştiyê wê berdewam neke û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê bê samîmiyeta wê nîşan daye.Çaglar her wiha got ku Erdogan bi daxuyaniyên xwe DAIŞ’ê rewa dike û PKK’ê jî wek hêza ku divê bê îmhakirin nîşan dide.

Pispor Dr. Gazî Çaglar li ser DAIŞ, Tezgere û polîtîkaya Tirkiyeyê ya herêmî axivî.

Çaglar bal kişand ser alîkariya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê û got: “Ji aliyê hinek aliyan ve hate îdîakirin ku AKP piştgiriyê dide DAIŞ’ê û ev belge kirin. Şandina TIR’an, perwerdekirina endamên çeteyan a li Tirkiyeyê, dermankirina birîndarên çeteyan di rojevê de cih girt. Çapemeniya cîhanê ev bi awayekî cidî weşand û hê diweşîne.

Sûcdariya herî mezin rojnamgerê xelata Pulîtzer girtiye Seymour Hersh got: “êrîşa Gaza Sarî ya li Sûriyê di bin agahiya Erdogan de hatiye kirin û DYA jî vê dizane.” Dema ev hemû bibin yek îdîanameyeke gelek giran dertê holê.

Cîgirê Obama Joe Bîdden jî der barê vê de daxuyaniyek da û piştrast kir ku Tirkiye piştigriyê dide DAIŞ’ê. Tê gotin ku Tirkiye bi dewletên din ên herêmê re ji bo Esad bixîne bi mîlyonan dolar dide El Nûsra û El Qaîdeyê. DYA vê daxuyaniyê nerm bide jî Joe Bîdden gelek tund axivî. Ew bi xwe di serwîsên îstîxbarata veşarî û hemû saziyên dewletê yên DYA’yê de xwedî agahiye.

DIVÊ TIRKIYE BI PYD’Ê RE BÊ ŞER DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BE

Çaglar diyar kir ku çareseriya ku AKP li Kurdan ferz dike, ferasetên azadîxwaziya demdirêj, rêveberiyên xweser û layîq qebûl nake. Çareseriya AKP’ê ev e ku Kurdan hêdî hêdî tune bike.Modela li rojava hatiye avakirin bi qasî ez dibînim ji bo AKP’ê di du aliyan de bi xetere. Wek berdema polîtîkaya înkarê ya dewletê bi xetere. 

Bêguman îro DAIŞ ji bo hemû herêmê û Tirkiyeyê bi xetere. Piştevaniya bê şert û merc a Tirkiyeyê ya bi PYD û DAIŞ’ê re wê samîmiyeta pêvajoyê nîşan bide. 

DIXWAZIN SERÎ LI ROJAVA BITEWÎNIN

Çaglar diyar kir ku Tirkiye bi hedefên xwe tevli şerê Sûriye dibe û got: “Ji bo van hedefan pêşniyarên tên kirin tu eleqeya wan bi DAIŞ’ê tune. Avakirina herêma tampon li dijî Rojava ye. Ev herêm hêzên PKK û PYD’ê hedef digire. Pêşniyara herêma tampon jî li dijî Esad e. Balafirên DAIŞ’ê tune. Hikûmeta AKP’ê heta ku Rûsya û Îran destûrê nedin û DYA nekeve operasyonê nikare li Esad bixe. AKP dixwaze Rojava bike çonga û serî bi wan bidin tewandin.

Bi rastî jî ger ku Tirkiye bixwaze bi DAIŞ’ê re têbikoşe, tiştên ku pêwîst e bike hene. Destpêkê divê li dijî Îslamiyên nava xwe de têbikoşe, divê  piştgiriya çekan û mirovahî bide Rojava.

Çaglar bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku AKP di pêvajoyê de ne samîmî ye û li gel vê pêvajoyê berdewam kir. Çaglar got: “Bêguman Kobanê jî kevirê ceribandinê ye, hewldana komkujiya mirovahiyê ye. Desthilatdariya AKP’ê ya li vir şertên xwe ferz dike û li derfetan digere ne tenê ji bo xwe ji bo hemû Tirkiyeyê windahiya mirovahiyê diafirîne.

‘AKP DAIŞ’Ê REWA DIKE’

Çaglar di berdewamiya axaftina we de bal kişand ser gotinên Erdogan ên wekê ‘Ji bo me DAIŞ çi be PKK jî ew’ û got: “Bi vê gotinê hewl dide ku DAIŞ’ê rewa bike. Geşedanên li Sûriye û Iraqê li hemû cîhanê bi fikar tê temaşekirin û li gorî min dîtina ciwanên Kurd û DAIŞ wek hev dîtin tê wateya ku AKP dixwaze DAIŞ’ê rew bike.

Tirkiye bi rastî divê hem li Rojhilata Navîn û hem jî di pirsgirêka Kurd de rola erênî bilîze. Lê ev bi desthilatdariya AKP’ê ne mimkun e. Tirkiyeyek demokratîk, wekhev û azdîxwaz, li gel ku wê karibe çareseriya pirsgirêka kurd pêk bîne ji bo gelên Rojhilata Navîn jî dikare bibe modelek erênî.”

DAIŞ Û ÎSLAM 

Çaglar wiha pêde çû: “Ger ev çeteyên hov li ser navê Îslamê dertên holê, ger  piştgiriyeke mezin bibînin, divê Mislimanên jidil li dijî vê derkevin.  Du peywirên sereke hene. Ya yekem divê şîroveyên ku van çeteyan qebûl nakin bê kirin û yên ku ol û siyasetê ji hev vediqetînin bê kirin. Ya duyem jî divê bi hemû derfetên xwe dakevin kolanan û ji hovîtiya vê rêxistinê re bêjin êdî bes e.

Aliyê din ê girîng  ev e ku kapîtalîzmê dozaj û şîdet zêde kiriye û ji bilî mêtîngeriyê tu tiştek nedaya gelê herêmê. Ji ber vê jî DAIŞ Îslamiyetê aşî nake arguman şîdet û wêrankirinê ya hovane a pergala kapîtalîst e.”

Çaglar destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê  têkoşîneke gelek berfireh bê meşandin. Desthilatdariya AKP’ê jî berevajî vê dike. Cîhan hemû DAIŞ’ê protesto dike, lê li Tirkiyeyê li dijî van protestoyan êrîş pêk tên. Ev şerma mirovahiyê ye.

TEZGERA BI ARMANCA HILWEŞÎNA MODELA KURD E

Çaglar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya di tezkereyan de her cureyê rayeyê daye danî, hedefên xwe bi aşkera îlan kiriye; hilweşîndina rejîma Esad, PKK û DAIŞ. Bi tezkereyê Iraq û Sûriye kir yek.  Lê armanca tezgereyê ev e ku modelaya Kurdan a Sûriyeyê têk bibin.”