AKP difeşkile: Îçten ê AKP'yî îstîfa kir
Wekîlê berê yê AKP'ê yê Amedê Cuma Îçten ji partiya xwe îstîfa kir.
Wekîlê berê yê AKP'ê yê Amedê Cuma Îçten ji partiya xwe îstîfa kir.
AKP ya ku her diçe ji hêzê dikeve ji hev difeşkile. Wekîlê berê yê AKP'ê yê Amedê Cuma Îçten li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal daxuyanî da û got ji partiya xwe îstîfa dike.
Îçten got, ''Ez serî radikim û ji AKP'ê îstîfa dikim''. Îçten her wiha rexneyên tund li AKP'ê û Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan kir.