AKP careke din li xwe mikur hat: Li dijî avakirina Kurdistanê me êrîşî Rojava kir

AKP doh careke din li xwe mikur hat bê bi kîjan armancê êrîşî xaka Rojava û Bakurê Sûrî kiriye. Ji damezrînerên AKP Mehmet Alî Şahîn diyar kir, wan li dijî avakirina Kurdistanê pêngava bi navê 'Mertalên Firatê' dane destpêkirin.

Mehmet Alî Şahîn li bajarê Karabukê beşdarî civîna li ser referandûmê bû.

Şahîn di axaftina xwe de anî ziman ku di serdema dewleta Osmanî de sînorên herêmê ji aliyê Emperyalîstên Rojavayî ve hatin xêzkirin û wiha got:

"Di wê serdemê de 2 hedef pêk nehatin. Projeyên avakirina Kurdistan û Ermenîstanê hatin astengkirin."

Mehmet Alî Şahîn ragihand ku di pêvajoya heyî de hewldanên avakirina Kurdistanê di dewrê de ne û wiha dewam kir:

"Weke dewleta Tirk û hukûmeta AKP, ji bo pêşî li avakirina Kurdistan a ku Kurdên Tirkiyeyê, Iraq, Sûrî û Îranê digre nava xwe asteng bikin, me dest bi tevgera Mertalên Firatê kir."

Rêveberê AKP bi vê yekê careke din lixwe mukir hat ku armanca wan ji dagirkirina Cerablûs û Babê ne şerê li dijî DAIŞ'ê ye, armanca wan ew e ku Kurdistan nebe xwedî statû.

Hewldana dagirkirina Rojava û Bakurê Sûrî, ango ketina bajarê Cerablûsê 24'ê Tebaxa 2016'an destpê kir..

Beriya tevgera bi rojekê Serokê PDK Mesûd Barzanî çû serdana Enqereyê û li gel Erdogan û Binalî Yildirim hevdîtin pêk anî.

Barzanî bi gotina me û Tirkiyeyê li ser gelek mijaran li hev kiriye encamên hevdîtinên xwe parve kir û gotibû, ew destekê didin ketina Tirkiyê ya xaka Sûrî.

Barzanîn ev gotinên xwe di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê anîbû ziman.

Heman rojê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Parlementa Ewropayê Elmar Brok jî li Tirkiyê bû.

Piştî tevgera dagirkirina Cerablûsê bi 2 hefteyan Brok beşdarî bernameya televizyoneke Elman bû.

Li ser pirsa êdî Erdogan ji bo Kurdan tişta dixwaze dikare bike çiye gelo, Brok ev bersiv da:

"Ez li Tirkiyeyê bûm min bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî. Wê demê Birêz Barzanî jî li wir bû. Bi xwe jî Kurd. Barzanî got ew siyaseta Erdogan erê dike."