Piştî ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (NBH) a Projeya Santrala Nukleerî ya Akkûyû hat erêkirin, karên îhaleyê destpê kirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya YSGP Karabûlût û Aktîvîstê Hawirdorê Parêzer Cangi destnîşan kirin, ku bi israra di enerjiya nukleerê re hikûmeta AKP'ê gefê li pêşeroa civakê dixwe.
Piştî ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (NBH) a Projeya Santrala Nukleerî ya Akkûyû hat erêkirin, karên îhaleyê destpê kirin. Îhaleyên li ser înşaeta avahiyên din ên hîdroteknîk û bendera Santrala Nukleerê ya Akkûyû ji Cengîz Înşaetê ya ku navê wê di lêpirsîna nelirêtiya 17-25'ê Kanûnê de derbas bû û di heman demê de îhaleya Balafirgeha 3. a Stenbolê qezenç kir re, hat dayîn. Tevî ku li hemû welatan girtina santralên nukleerî di rojevê de ye jî, hikûmeta AKP'ê qutbûna elektrîkê dike hincet û dest bi îhaleyên çêkirina santralê kir. Pispor di wê baweriyê de ne ku ji bo hilberîna elektrîkê pêwîtiya welêt bi santralên nukleerî nîne.
KARABÛLÛT: PÊWÎSTIYA ME PÊ NÎNE
Endama Fexrî yê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Kesk û Pêşeroja Çep (YSGP) Vezan Karabûlût bibîr xist ku zêdebûna pêwîtiya Tirkiyeyê bi elektrîkê weke hincet hatiye nîşandan û bi Rûsyayê re peyman hatiye morkirin. Karabûlût got, "Projeksiyona daxwaza elektrîkê ya TEÎAŞ a sala 2011'an, texmîn dikir ku di sala 2020'an de daxwaza herî kêm a elektrîkê wê 398 mîlyar kîlovatsaet be. Lê belê rastî bi vî rengî nebû. Daxwaza elektrîkê, li gorî texmînên hat kirin zêde nebû. TEÎAŞ'ê texmîna daxwazê ya sala 2020'an daxist 333 mîlyar kîlovatsaetê. Li gorî vê yekê pêwîstiya Tirkiyeyê ya sala 2020'an a li elektrîkê bi qasî 65 mîlyar kîlovatsaetê kêm bû."
Karabûlût destnîşan kir ku ev rêjeya TEÎAŞ'ê aşkera kir, ji kapasîteya hilberîna salekê ya Santrala Nukleerî ya Akkûyû bi du qatan zêde ye û anî ziman ku di vê rewşê de ne pêwîstiya wan bi santrala nukleerê ya li Akkûyû ne jî ya li Sînopê heye.
'FIKARÊN ME HENE KU ÇEKA NUKLEERÎ WERE HILBERANDIN'
Karabûlût bal kişand ser peymana AKP'ê ay di projeyên santrala nukleerî de, projeya santrala nûkleerî ya li Sînop Aklîmanê mînak nîşan da û diyar kir ku ev proje ji ber ku wê pêwîtiya bi îmalata sotemeniya nukleerê û febrîqeya guhertina sotemeniyê derxîne holê, wê çêkirina van teşwîq bike. Karabûlût got, "Li cîhanê, cihên ku îmalata sotemeniya nukleerî tê kirin, herêmên ku ji aliyê radyoaktîf ve herî qirêj û xetere ne. Her wiha li gorî vê madeyê, Fransa û Japonya wê karibin bermayînên xwe yên nukleerî bînin li Sînopê bixin depoyê. Her wiha bi vê pêkanînê re wê rê li ber hilberîna plutonyûmê veke ku ev made malzemeya çeka nukleerî ye û 250 hezar salî li xwezayê dimîne. Lewma gelek mirov bi fikare ku çeka nukleerî were hilberandin."
CANGI: PÊ BAWERÎ DEREW E
Aktîvîsê Hawirdorê Parêzer Alî Arîf Cangi jî gotina "pê bawerî" ya beriya karesata Fûkûşîma ji bo santralên nukleerê dihat gotin bibîr xist û destnîşan kir ku ev gotin derveyî rastiyê ye. Cangi got, "Rojnamevanê Japon Toshiya Morîta yê par di salvegera Çernobîlê de hat Tirkiyeyê got, 'Serokwezîrê me dibêje qezaya nukleerî ya Fûkûşîma hatiye kontrolkirin, madeyên nukleerî êdî dernakevin, xeteriya tenduristiyê nîne. Wî derew kir, jê bawer nekin'. Di rewşeke ku li tevahiya cîhanê plana girtina santralên nukleerî heye de, rêveberê welatê me qet neketin binê vê bandorê. Xuyaye bi biryar in ku li Akkûyû û Sînopê santrala nukleerî çêbikin. Ya sêyemîn jî wê li Îgne Adayê çêbikin. Santrala li Sînopê jî wê ji aliylê Japonyayê were çêkirin ku vî welatî bi xwe karesatek jiya."
SEDEMA ISRARA DI NUKLEERÊ DE ÇI YE?
Cangi ragihand ku hikûmeta AKP'ê, derewên ji Serokwezîrê Japonyayê girtiye, difiroşe gel û anî ziman ku teza îdîa dike ku ji ber pêwîstiya enerjiyê santrala nukleerê tê çêkirin ne rast e. Cangi got, "Du sedem hene ku di santralên hêza nukleerî de israr tê kirin. Ya yekemîn; ji sektora nukleerî ya kar nabîne kar peyda bike, ew jî li welatê mîna me dibe. Ya duyemîn jî; bi bidestxistina bombeya nukleerî re daxwaza bûyîna welatekî bi hêz û serdest. Sedema israra AKP'ê dibe ku her du bin. Divê em ji bîr nekin ku ji bo vê armanc û niyetê, gefeke mezin li pêşeroja me tê xwarin."
Cangi destnîşan kir ku santralên nukleerî di her kêliyê de dikarin biteqin û anî ziman ku piştî vê teqînê jî radyasona belav bibe wê bi salan bandoreke kujerî li derdorê bike. Cangi ji bo vê jî mînakên Hîroşîma û Nagazakî nîşan da ku rê li ber mirina herî kêm 350 hezar kesî vekir.