Akici ya girtî ku tecrîd protesto kir şehîd bû

Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdê 29’ê Adarê çalakî pêk anî û bi giranî birîndar rakiribûn nexweşxaneyê şehîd bû.

Yonca Akici ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî kiribû, şehîd bû.

Yonca Akici ya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 4 salbûn li Girtîgeha Jinan a Şakranê dima, 29’ê Adarê ji bo protestokirina tecrîda girna a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û bi giran birîndar bûbû, şehîd bû.

Akici ya ji 1’ê Adarê ve di greva bêdawî û bêdorveger de bû, li Nexweşxaneya Çigli a bi giranî birîndar rakiribûnê şehîd bû.

Piştî karên otopsiyê û şûnde cenazeyê Akiçi ji bo definkirinê wê bişînin Agiriyê.