Akdogan ê wekîlê HDP’ê ji girtîgehê hate berdan
Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê hate berdan got: “Eger hûn ên siyaset kirin bavêjin girtîgehê, we hevşaredar avêtin girtîgehan, wê demê wê kî bikare pirsgirêkan çareser bikin.”
Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê hate berdan got: “Eger hûn ên siyaset kirin bavêjin girtîgehê, we hevşaredar avêtin girtîgehan, wê demê wê kî bikare pirsgirêkan çareser bikin.”
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan ê ku hate berdan, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê derket. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Aktaş û rêveberên HDP'a Esenyûrt û Sîlîvriyeyê ji bo pêşwaziyê çûn ber Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Lê belê jendirmeyan nehişt HDP'yî biçin ber girtîgehê û Akdogan danîn ser otobana rêya Edîrneyê.
Akdogan, li vir daxuyaniyek da. Balê kişand ser pêvajoya referandûmê û wiha axivî: "Yê hevparê îktîdarê ye di daxuyaniya xwe ya dawî de vê dibêje. 'Mexseda me seridiye.' Îro berdevkê partiya me, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, hevalên me yên parlementer Selma xanim, rojnameger li vir in. Helbet hiştina wan a li vir... Girtina mirovan a bi awayekî hovane, qethiyen em qebûl nakin. Ma qey wekî din karên me tune ye? Gelek pirsgirêkên vî welatî hene. Heke hûn kesên siyasetê dikin têxin hundur, heke hûn serokên şaredariyan têxin hundur hûn ê pirsgirêkên vî welatî bi kê re çareser bikin? Ji ber vê dikarim bibêjim kêfxweşiyeke çilmisandî li gel min peyde bûye. Bi rastî jî mirov li paş xwe bi dehan hevaln bibîne, ev dibe cihê xemgîniyê. Bi vê bawerim ku; li Tirkiyeyê kesê ku ji bendika dil demokrasiyê, mafê mirovan û azadiyan hîs dike, vê jî hîs dike. Jiber ku ev der ew der e ku dibe ku rojekê em hemû jî têkevinê. Bi awayekî zêde em hatin tecrîdkirin, me berê jî ev gotibû. Pirgirêka tu hevalekî/e me bi darazê re tune ye. Ji ber ku tişta dihat kirin, tenê li hemberî hêlekê bû me ev qebûl nekir. Hêvîdarim ku hemû hevalên me, rojnamger, hevalên me yên rêveber ên bi awayekî neheq hatin girtin, demildest bên berdan." Herî dawî Akdogan, spasiya her kesî kir.