Akbayir: Hilbijartinên sibê ji bo Kurdan gelek girîng e

Akbayir: Hilbijartinên sibê ji bo Kurdan gelek girîng e

Parlamentera berê ya Eyaleta NRW û Cîgira Serokê Partiya Çep a Kolnê Hamîde Akbayir, diyar kir ku bila kurdên li wir dijîn, roja yekşemê biçin ser sindoqên ku li Eyaleta Saksonyaya Jêr pêk tên. Akbayir da zanîn ku endamên kurd Gulten Kelloglu û Yilmaz Kaba di hilbijartinan de endamin û daxwaz kir ku gelê kurd di sindoqanda îradeya xwe nîşan bide.

Akbayir destnîşan kir ku ji bo li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li hemberî kurdan bê sekinandin hilbijartinên eyaleteke girîng e û wiha got: “Partiya Çep (Die Linke) jî partiya herî zêde nêzî kurdan e. Partiya Çep der barê kurdan de heta niha gelek pêşniyarpirs û daxwazname pêşkêş kiriye.”

Akbayir der barê hilbijartinê di 20’ê çile de pêk tê wiha bang kir: “Hevalên me Gulten û Yilmaz di nava Partiya Çep de xebatên xwe dimeşîne. Ev hevalên me din av partiyê de gelek tên hezkirin û pêwistiya wan bi piştgiriya me heye. Di 20’ê çile de her kesên ku welatiyên Almane divê dengên xwe bi kar bîne, ku ev hevalên me bikevin meclisê.

Komkujiya Parîsê nîşan da ku divê em zêdetir têbikoşin. Ji ber ku dijminên me ji jinan ditirsin. Lê niha asta ku em lê ne li Almanyayê hevalên me yên jin ku siyasetê dimeşînin gelek zêde ne. Ji van hevalên m edu heb Gulten û Yilmaz hatine asta ku dikarin parlamenteriyê bikin.

Em li bende ku hemû kurdên li vir dijî dengê xwe bi kar bînin. Ev pêvajoyeke gelek girînge. Hewcedarî bi kanalên siyasî hene. Divê em vê baş fêm bikin. bi vê wesîleyê em hemû gelê xwe vexwendiyê ser sindoqan dikin.”