Ajansa Nûçe ciwan careke dî hate astengkirin

Ajansa Nûçeya Ciwanan careke dî hate atsengkirin.

Ajansa Nûçe Ciwan ku dîsa hate astengkirin bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew têkoşînê li ser xeta rêça çapemeniya şoreşger û azad bidomînin.

Ajansê got, ''Ajansa Nûçe Ciwan bi nûçe û weşanên ku dike şerê taybet ê dewleta Tirk pûç dike û teşhîr dike. Ji ber vê malpara me bi biryarên derhiqûqî yên hiqûqa Tirk tê sansorkirin.

Em dixwazin ji xwenda û şopdarên xwe re careke dî bibêjin ku hema ku em dagirkeriyê û sansûran wan têk bibin têkoşîna me li ser rêça çapemeniya şoreşger û azad wê bidome.

Malpera me ya nû wiha ye: 
 https://www.nuceciwan51.com/