Ahmet Turk li Meclîsê axivî: Şîdet nikare pêşî li azadiyê bigire

Ahmet Turk li civîna koma partiyê ya HDP'ê axivî û got, "Bi şîdetê pêşî li daxwaza azadiyê nayê girtin. Heta ku Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn azad nabe."

Di civîna koma partiyê ya HDP'ê de, Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi zimanê Kurdî dest bi axaftina xwe kir û piştre mafê axaftinê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk.

Ahmet Turk, kuk beriya niha bi demeke kurt ji girtîgehê derket, di destpêka axaftina xwe de got, "Hêvîdar im wê hemû zimanên cîhanê azad bibin û em ê jî bi dilrehetî vê rojê pîroz bikin.

Turk bibîr xist, ku hevserokên partiya wan girtîne  û got, "Bêguman ev yek gelek caran bi serê me ve hat. Me salên 80'î, sala 94'an dît. Em dizanin, bi polîtîkayên şîdetê kes nikare pêşî li daxwaza azadiyê bigire."

Ahmet Turk da zanîn, Kurd îro li vê erdnîgariyê siberojeke azad û demokratîk ava dikin û ev nirxandin kir: "Heta ku Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn azad nabe. Sedema êşên ku em îro dikişînin ew e; Kurd xwedî danehevî û zanyariyeke ku dikarin siberojeke demokratîk ava bikin. Kurd ji ber vê yekê dibin hedef. Rêya aştiyê bi diyaloga li ser bingeha demokratîk, bi nîqaşê bi çareserkirina pirsgirêkan, pêk tê."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin, ku şert û merc çi dibin bila bibin, ji bilî diyalog û aştiyê ti alternatîf nîne û got, "Eger em siberojeke demokratîk dixwazin, eger em aştiyê dixwazin, divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe xurt bikin."