Ahmet Turk: Gelê Kurd ji pêşeroja xwe piştrast e
Ahmet Turk: Gelê Kurd ji pêşeroja xwe piştrast e
Ahmet Turk: Gelê Kurd ji pêşeroja xwe piştrast e
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk di konsera "Piştevaniya bi Rojava re" ya li Qoserê de destnîşan kir ku heta gelê Kurd azad nebe ti ji gelên Rojhilata Navîn azad nabin. Turk got, "Em di pêvajoyeke nû de ne. Hêza kesî nîne têkoşîna me têk bibe. Ji ber ku gelê Kurd bi pêşeroja xwe piştrast e, amade ye ji bo wê berdêlan bide."
Li navçeya Mêrdîn Qsoerê, ji aliyê Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel ku beriya niha bi demeke kurt hat vekirin, li Salona Dawetê ya Biharê "Konsera Piştevaniya bi Rojava re" hat lidarxistin.
Di konserê de li gel Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, parlamenterê Mûşê yê BDP’ê Demîr Çelîk, Dayikên Aştiyê, xwendekarên zanîngehê, Kurdî-DER, MEYADER, MADAY-DER, Navenda Nuda ya Jinan, HDP, KCD, KESK, hevparên DÎSK’ê û gelek kes amede bûn. Di şevê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên 3 siyasetmedarên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Di şevê de dirûşmeyên weke “Bi ronahiya Serok Apo, ber bi şewqa şehîdên Kurdistanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelên Rojhilata Navîn e” hatin berzkirin. Her wiha di salonê de ji bo azadiya dîlên azadiyê yên nexweş standa îmzayê hat vekirin. Ji bo standa îmzeyê jî eleqederbûnek mezin hat nîşandan.
Di şevê de parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk destpêkê axivî û diyar kir ku bi saya berxwedana şehîdên wan li Rojava xweseriya demokratîk hatiye avakirin û wiha got: “Tu hêz nikare gelekî rêxistinkirî têk bibe. Divê her kes li ser esasên perspektîf û hişmendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevbigere.” Çelîk bal kişand ser hilbijartina herêmî ya 2014’an û wiha dom kir: “Ger ku li erdnîgariya kurdan BDP zêde deng bigire, dê wê demê jî AKP neçar bimîne ku ji bo çareseriyê gav biavêje. Divê her kes bi awayekî dil û can bixebite. Ji ber ku armanca me Kurdistana demokratîk û xweser e. Di butçeyê de ji bo AKP, CHP û MHP’ê hezîne hat veqetandin, lê ji bo BDP’ê nehat veqetandin. Lê temîneta me jî gelê me ye.”
Piştî Çelîk Hevserokê KCD’ê û parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û di axaftina xwe de behsa bûyerên Geverê ku du welatî ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin jî kir û kujeran şermezar kir. Turk da zanîn ku di Rojhilata Navîn de kurd aktorê herî girîng e û wiha got: “Heta gelê kurd azad nebe gelê din jî azad nabin. Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala gelê kurd. Dê Rojav, Bakur, Başûr û Rojhilat xweseriya xwe ya demokratîk ava bikin û Kurdistanê azad bikin. Em bi dil û can li gel Şoreşa Rojava ne. Hinek kes daxwazên xwe yên şexsî li pêşiya daxwazên civakê dibînin. Ev gelek şaşe û îhaneteke mezine li hemberî gelê kurd.”
Turk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ne tenê ji bo kurdan ji bo Rojhilata Navîn û gelê tirk jî têkoşînê dide û wiha dom kir: “Heta gelê kurd azad nebe, di Rojhilata Navîn de tu gel azad nabe. Em di qonaxekek nû de ne. Tu hêz nikare li ser têkoşîna me çewisandinê pêk bîne. Ji ber ku gelê kurd ji pêşeroja xwe bawere û ji bo wê jî amedeye ku bedelan bide.”