Ahmet Kaya li ser gora xwe hate bbîranîn

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di salvegera 17’emîn a koçkirinê de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di salvegera 17’emîn a koçkirinê de li ser gora xwe ya li Parîsê hate bibîranîn.

Bibîranîna ku bi pêşengiya meclîsa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê hate lidarxistin, Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê, nûnerên Enstîtuya Kurdî, hevsera wî Gulten Kaya, keça wî Melîs Kaya, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û gelek kes beşdarî bibîranînê bûn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiyê heye.

Di bibîranînê de Nûarîn, Seyda Perinçek, Farqîn Azad û Deza Amed stranên Ahmet Kaya strandin û piştre bibîranîn bi dawî bû.