Agirê Newrozê li Amedê geş dibe
Agirê Newrozê li Amedê geş dibe
Agirê Newrozê li Amedê geş dibe
Li Amedê di çarçoveya pirozbahiya şahiyê Newrozê de agirê Newrozê hat pêxistin. Bi tevlibûna sedan kesan şahî pêk hat û agirê Newrozê geş kirin.
Li ber dibistana Seretayî ya Suleyman Nazifê ya taxa Fatîh Paşa ya Amedê ji bo pirozbahiya Newrozê şahî hat li darxistin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û bi sedan kes amade bûn.
Li qada şahiyê posteren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alen HPG hatin dalqandin û sloganê "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehid namirin" hatin berzkirin. Piştî pexistina agirê Newrozê gel govend girt. Girsê li derdora agir govend gerand. Di pîrozbahiyê de Zumrut bang li her kesî kir û îsal bi coşa herî mezn tev li Newroza fînalê bibin.