Agirê Newrozê li 14 navendan bilind bû

Agirê Newrozê li 14 navendan bilind bû

Li Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê agirê Newrozê gur dibe. Bi hezaran kesên ku li dora agir kom bûn heta derengê şevê govend gerandin û daxwazên Azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û statûya gelê Kurd anîn ziman.

Li bajarên Bakûrê Kurditanê Êlih, Bismil, Nisêbîn, Dîlok ,Rezan, Erxenî, Riha, Amed, Mêrdîn, Peyas, Wêranşar, Kop, Colemêrgê û her wiha bajarê Tirkiyeyê Mêrsînê bi hezaran welatî li dora agirê Newrozê kom bûn bi girseyî Newroz pîroz kirin.

ÊLIH

Li Êlihê li taxa Guneykentê bi sedan welatî bi girseyî Newroz pîroz kir. Pîrozbahiya li ser kolana Zubeyde Hanim pêk hat rêveberen BDP’ê jî amade bûn. Girsê bi def û zurneyan govend geran û hat derengê şevê li dora agir govend gerandin. Girsê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

BISMIL

Li navçeya Bismila Amedê jî Newroz li Parka Halîl Îbrahîm Oruç, bi tevlîbûna sedan kesan hat pîrozkirin. Şaredara Bismilê Cemile Emînoglu û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de alên PKK'ê hatin vekirn û bê navber siloganên "Ciwan fedayiyên Apo ne", "Bijî Serok Apo", "Newroz serhildane ji Îmraliyê re silav" qîr kirin û fîşekên hewayî avêtin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê jî agirê Newrozê li taxa Zeynel Abidin hat pêxistin. Pîrozbahiya ji aliyê BDP'ê ve pêk hat, endam û rêveberên BDP'ê şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, DOKH'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseyê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên 3 jinên li Parisê hatin qetilkirin vekirin. Li qada pîrozbahiyê pankarta "Bi rizgariya demokratik Newroza jıyana azad Newroz pîroz be", "Sê jinên azad em we tu car ji bîr nakin" hatin vekirin û li qadê bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Ocalan" hatin qîrîn. Di pîrozbahiyên de sînevîzyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşandan û fîşekên hewayî hatin avêtin.

DÎLOK

Li Dîlokê jî bi sedan xwendekar li ber Yurda KYK'ê ya Zanîngeha Dîlokê li hev kom bûn û agirê Newrozê pêxistin. Li gel hemû astengiyên zanîngehê dîsa bi sedan xwendekar li hev kom bûn û Nerwroz pîroz kirin. Xwendekaran di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Newroz", "Bijî azadiya Kurdistan" qîr kirin. Xwendekaran "Çerxa Şoreşe" xwendin û li gora agir govend gerandin.

REZAN

Li taxa Yunus Emre ya navçeya Rezan a Amedê jî bis edan kes li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Disa pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" û "Newroz piroz be" hatin vekirin. Bi sedan kesan bê navber siloganên "Bijî serok Apo" qîr kirin. Pirozbahî bi govend û muzîkê bi dawî bû.

Li Gundê Kamişek ê navçeya Yenîşehîra Amedê jî Newroz ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Girseyê li dora agir govend gerand û bê navber silogan qîr kirin.

ERXENÎ

Li taxa Menderez a Erxeniya Amedê jî bi sedan welatî li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şaredariyê amade bûn. Girseyê bê navber silogana "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , "Şehîd namirin" qîr kirin. Girsê li dora agir govend gerandin û heta derengê şevê pîrozbahî pêk anîn.

Li gundê Selman ê Erxenî jî Newroz ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Li vir jî al û posterên Ocalan hatin vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" hatin qîr kirin.

PEYAS

Li semta Diclekentê ya Peyasa Amedê jî agirê Newrozê ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Li vir jî alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Biji Serok Apo" berz kirin. Pirozbahî bi govend u staranan bi dawî bû.

RIHA

Li Rihayê jî Newroz li taxên Saray, Hurriyet, Aydin û Dikilî yên navçeya Pirsûsê û bajaroka Elîgor ya Pirsûsê bi girseyî hatin pîrozkirin. Dîsa li gundê Kaplan agirê Newrozê ji aliyê hezaran kesan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyêni sivîl ên civakî jî amade bûn. Hevserokê BDP'a Rihayê Halît Yildiztekîn bagn li her kesî kir û xwet tevlî Newrozên Rihayê û Amedê bibin. Li vir jî heman silogan, pankrat û al hatin vekirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên HPG'ê hatin vekirin û girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qîr kir. Di axaftinan de bang li her kesî hat kirin ku li li gorî şîara Newrozê tev bigerin û tevlî Newrozê bibin.

Li gundê Dêrguza Şemrexê ya Mêrdînê jî Newroz ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Newroz", "Biji Serok Apo" qîr kir. Girseyê bi agir nivîsa "BDP, APO û AŞITÎ" nivîsandin.

MÊRSÎN

Li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê jî bi sedan kesên li ber nûnertiya BDP'ê ya Kargipinari kom bûn agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin. Hevserokên BDP'ê Heybet Geçkin û Halis Ernarincî, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de banga tevlêbûna Newroza 17'ê Adarê hat kirin.

GEVER

Li navçeya Geverê jî yekem agirê Newrozê li Bajaroka Bajirge bi tevlêbûna sedan kesan hat pêxistin. Endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Li taxa Esentepe ya Geverê jî bi tevlêbûna sedan kesan agirê Newrozê hat pêxistin. Bi sedan kesên tevlî Newrozê bûn heta derengê şevê li dora Agirê Newrozê govend gerandin.

WÊRANŞAR

Li taxa Hurriyetê ya Wêranşara Rihayê jî agirê Newrozê ji aliyê sedan kesan ve hat pêxistin. Bi sedan kesên ku Agirê Newrozê pêxistin heta derengê şevê pîrozbahî pêk anîn.

KOP

Li taxa Şehitlikê ya Kopa Mûşê jî Agirê Newrozê ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Li vir jî girseyê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo" û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qîr kirin û heta derengê şevê li dora agir govend gerandin. Girseyê Çerşa Şoreşê xwendin û fîşekê hewayî avêtin.